Li Antalyayê mirina biguman a dayik û keça wê

  • jin
  • 16:18 6 Gulan 2021
  • |
img
ANTALYA - Li navçeya Mûratpaşayê dayikek û keça wê li mala ku lê dijiyan, bi awayekî biguman mirî hatin dîtin. Di lêkolîna hat kirin de hat tespîtkirin ku der û pencereyên malê bi folyoyê hatine girtin û di hundir de gaza karbonmonoksîtê hatiye berdan. 
 
Xizmên Nûray Akgul (52) û keça wê Melîs Demîrkol (30) ên li Kolana 1887 a Taxa Guzelolûk a navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê dijiyan, piştî ku agahî ji wan negirtin li polîsan geriyan. Polîsên ku hatin cihê bûyerê, dîtin ku dayik û keça wê li erdê bêtevger dirêjkirî ne. Di kontrolkirina tîmên tenduristiyê de hat diyarkirin ku dayik û keça wê jiyana xwe ji dest dane.
 
Di lêkolîna hat kirin de, hat tespîtkirin ku der û pencereyên malê bi folyoyê hatine girtin û di hundir de gaza karbonmonoksîtê hatiye berdan. Wekî din hat îdiakirin ku li malê nîşeyeke ku çapemenî mirina wan neke nûçe hatiye dîtin. Tîmên tenduristiye cenazeyê Nûray Akgul û keça wê Melîs Demîrkol rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê. Hat hîn bûn ku wê cenazeyê wan li Stenbolê bê definkirin.