Li Wanê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 10:44 22 Mijdar 2021
  • |
img
WAN - Hat îdiakirin ku Nûrcan T. a li Ercîşê bi çekê hat kuştin, di şerê navbera hevjîn û xezûrê xwe de hatiye kuştin. 
 
Nûrcan T. a 45 salî ku li gundê Ezik yê girêdayî navçeya Erdîş a Wanê dijiya, bi çekê hat kuştin. Hat îdiakirin ku Nûrcan T. ketiye navbera şerê hevjînê xwe B.T. û xezûrê xwe H.T. û di dema şer de bi çeka ku xezûrê wê bikaranî birîndar bûye. Li ser vê yekê Nûrcan T. a rakirin beşa lênêrîna lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê, jiyana xwe ji dest da.
 
Hat hînbûn ku piştî bûyerê H.T. hatiye binçavkirin.