Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand

  • jin
  • 15:34 2 Çile 2022
  • |
img
EDENE - Meclîsa Dayikên Aştiyê ku avakirina xwe ragihand, xwestin tecrîd were bidawîkirin û girtiyên nexweş bên berdan. 
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê li Edeneyê avakirina xwe ragihand. Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniya li avahiay HDP’a Seyhanê hate dayîn bûn. Dayika Şemsa Bagdû ku di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku weke dayikan li dijî mirinan e û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. 
 
Bagdû, xwest tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û şer bên bidawîkirin.