Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev

  • jin
  • 16:25 6 Adar 2022
  • |
img
ENQERE - Bi hezaran jin, bi şîara "Li dijî tundiya zilam û dewletê, li dijî qrîz û xizaniyê bijî 8'ê Adarê" li Anitparqê hatin gelhev. 
 
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Enqerê, mitînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şîara "Li dijî tundiya zilam û dewletê, li dijî qrîz û xizaniyê bijî 8'ê Adarê" dest pê kir. Bi hezaran jin li Anitparqê hatin gelhev û pankartên "Jin şer naxwazin" , "Bijî têkoşîna jinan" , "Em ê serî ji tundiya we re daneynin" vekirin. Jinên ku weke kortejê ketin qadê, di destê wan de fûlarên mor, kesk, sor û zer, li ber muzîkê govend digerînin.
 
Jin li qadê timik dûriöeyên "Ji şer re na ji jinan re budçe" , "Jin bi hev re bihêz in" berz kirin. Mitîng bi govend û dûrişmeyên jinan didome. 
 
WÊNEYÊN JINÊN HATINE KUŞTIN NEGIRTIN QADÊ
 
Polisan destûr neda jinên ku xwestin bi wêneyên Garîbe Gezer û Denîz Poyraz bikevin qadê. Polisan bêyî hincetan wêneyan negirt hundir. 
 
Her wiha polis bûn asteng ku jin wêneyên siyasetmedarên jin ên girtî Sabahat Tûncel, Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdag jî bikin qadê.