Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû

  • jin
  • 09:49 12 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê konferansa xwe ya duyemîn bi encamnameyekê bi dawî kir. Di danezana encamê ya konferansê de hate destnîşankirin ku di têkoşîn û parastinê de rêgeza herî girîng a mirov rêbaza xweparastina netewî ye. 
 
Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê ku bi dirûşmeya "Em ê bi ruhê ciwan ê Viyan û Nûjiyanê şerê azadiyê qezenc bikin" li Reqayê dest pê kir, bi dawî bû. Di konferansê de rewşa rêxistinkirina yekitiyê, xebatên wê û perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xwendin. Piştî nîqaşên hatin kirin li herêmên Reqa û Tebqayê endamên Yekitiya Jinên Ciwan hatin diyarkirin. Tê payîn ku kadroyên rêveberiya Minbîc û Dêrazor dê di demekî nêzîk de bên diyarkirin. Di encama konferansê de gelek biryar hatin girtin. 
 
Di dawiya konferansê de ev rêzebiryar hatin girtin:
 
"Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan dê têkoşîn bê meşandin, li ser şopa fikrên wî sepandina fikr û felsefeya rêbertî, perwerdeyên îdeolojî û siyasî dê bên dayîn.
 
* Ji bo çalakkirina rola jinên ciwan a di civakê de û avakirina meclisên jinên ciwan, dê li bajêr û gundewaran kampanyayeke rêxistinî bê lidarxistin.
 
* Di têkoşîn û parastinê de, rêgeza herî girîng a mirov rebaza xweparastina netewî ye. 
 
* Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, bicihkirina bingeha parastina cewherî di çarçoveya parastina rewa de.
 
* Lidarxistina Mihrîcana 4’emîn a Şehîd Stêrvan li ser asta deverên rizgarkirî.
 
* Zêdekirina çalakiyên hevbeş ên di navbera jinên ciwan ên tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.
 
* Zêdekirina serdanên malbatên endamên Yekitiya Jinên Ciwan û lidarxistina civînan bi wan re, bi armanca perwerdekirina wan li ser fikr û birêxistinkirina jinên ciwan.
 
* Aktîfkirina komîteya xwendekaran nexasim ku ew ji girîngtirîn komîteyên Yekitiya Jinên Ciwan e.
 
* Zêdekirina perwerdeyên fikrî yên girtî û bi taybetî yên vekirî û girîngîdayîna pênasekirina azadiya jinan (welatparêzî, têkoşîn, fikr û îradeya azad, rêxistinbûn û bedewbûn û exlaq) di wan perwerdeyan de.
 
* Pêkanîna projeyên xizmetguzariyê ji bo pêşxistina aboriya jinan û destekdayîna wan.
 
* Diyardeya zewicandina zarokan hîn jî kirîzeke divê were çareserkirin, ji ber wê jî divê di vî warî de perwerde û semîner werin lidarxistin.
 
* Lidarxistina hemleyan li dijî madeyên hişbir û sîxurtiya ku dijmin wê belav dike.
 
* Destpêkirina perwerdeyên destwerdanên lezgîn di çarçoveya rewşên şer û seferberiya giştî de.
 
* Vekirina pirtûkxaneyekê ji bo peydakirina pirtûkên rêber Ocalan li Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê.