Li Silêmaniyê bi dehan zilam êrişî jinekê kirin

  • jin
  • 13:24 31 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê jinek jî beşdarî pêşbaziya wesayît û motosîkletan bû. Bi dehan mêrî êrişî vê jinê kirin.  
 
Her sal li taxa Hîwan a bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê peşbaziya wesayît û motosîkletan tê lidarxistin. Jinek ku xwest tev li pêşbaziyê bibe, nêzî sed mêrî êrişî vê jinê kirin. Bi dehan zilam dixwazin jina ku dixwaze tev li pêşbaziyê bibe dûr bikin û gotinên cinsî lê dikin. 
 
Li ser medya dîjîtal dîmenên kêliya êrişa li dijî vê jinê hatin belavkirin û di dîmenan de tê xuyakirin ku gelek zilam bi pehînan lê didin. Gelek zilam jî li wir vê êrişê wek kêfxweşiyê dibînin û hin zilam jî vê kêliyê bi telefonên xwe dikişînin. 
 
Gelek bikarhenerên medya dîjîtal li ser hesabên xwe dîmen belav dikin û nerazîbûnek zêde li dijî van dîmenan heye. 
 
‘ÊRIŞA LI DIJÎ JINAN CIWAN NAYÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwas Fayeq li ser hesabê xwe Twitterê têkildarî êrişê daxuyanî da û got: “Ev ‘zilam’ bi awayek hovane êrişî jina ciwan dikin. Ev jina ciwan jî mîna her kesî dixwaze tev li pêşandana wesayît û motosîkletan bibe. Îktidarek siyasî û civakek ku hê nikare zîhniyeta vê êrişê bişikîne, tavilê mirinê heq dike.” 
 
Hevjîna Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd, Şanaz Îbrahîm Ehmed jî êrişê şermazar kir û wiha got: “Ez tundiya li dijî jina ciwan bi tundî şermezar dikim. Êrişa li dijî jinan nayê qebûlkirin. Divê tavilê êrişkar li ber hiqûqê hesab bidin. Divê êriş tavilê bê lêkolînkirin û hemû kiryar bên girtin.” 
 
Berdevkê Midûriyeta Asayîşê ya Silêmaniyê Aso Şêx Teha jî daxuyanî da çapemeniyê û ragihand ku 16 kesên tev li êrişê bûne kirine binçavan û têkildarî bûyerê lêprisîn berdewam dike.