Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin

  • jin
  • 20:00 4 Adar 2023
  • |
img
DÎLOK - Jinên TJA'yî û HDP'î ku li Islahiye û Nûrdaxiyê serdana jinan kirin, peyama "Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin" dan. Her wiha TIR'ên Mor ên çûn gundan, ji bo jinên mexdûrên erdhejê hatin valakirin. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nêzî sed jin, piştî daxuyaniya bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya li navenda koordînasyona krîzê ya li Islahiyeyê hat dayîn, li Islahiye û Nûrdaxiyê bi mexdûrên erdhejê re civiyan. 
 
Serokwekîla Koma HDP'ê Meraş Daniş Beştaş, Parlementera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû û Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî di nav de jinan ewilî serdana konên li Islahiyeyê kirin. Parlementeran guh li pirsgirêkên jinan kirin û ragihandin ku dê van pirsgirêkên wan li meclîsê nîqaş bikin. 
 
'EM Ê BIRÎNÊN XWE BI HEV RE BICEBIRÎNIN'
 
Hat diyarkirin ku dewlet û saizyên wê heya 4 rojên ewil jî nehatine Islahiyeyê û parlementeran û jinên bi wan re jî peyama "Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin" dan.
 
TIR'ÊN MOR LI DÎLOKÊ NE
 
Di dema serdanê de TIR'ên Mor ên ji Tirkiye û Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê hatin, hatin valakirin.