Li Îzmîrê di nava 4 rojan de 3 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 13:35 25 Kanûn 2023
  • |
img

ÎZMÎR - Jina bi navê Zehra Barbak li Îzmîrê ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin. 

 
Jina bi navê Zehra Barbak ku li navçeya Karabaglar a Îzmîrê dijiya, ji hêla hevjînê xwe K.B. ve hate qetilkirin. Bûyer, piştî ku kesekî Zehra Barbak li erdê dirêjkirî hate ferqkirin. Barbak, got ku hevjînê wê êrişî wê kiriye. Li ser vê yekê şahidê bûyerê bang li komên tenduristiyê û midûriyeta emniyetê kir. Komên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê tespît kirin ku Zehra Barbak (35) jiyana xwe ji dest daye. Li ser îfadeyên şahidê bûyerê, hevjînê Barbak ê bi navê K.B. (37) hate binçavkirin. K.B., di îfadeyê xwe de li xwe mikûr hat ku hevjîna xwe qetil kiriye. 
 
Bi qetilkirina Barbak re di nava 4 rojan de li Îzmîrê hejmara jinên hatin qetilkirin derket 3’yan. 
 
Jina bi navê Gurbet Ayaz ji hêla biraziyê xwe Metîn Ayaz ve li navçeya Bayrakliyê hatibû qetilkirin. Gozde Karamûs jî di 22’yê kanûnê de li navçeya Karşiyakayê ji hêla Serdar Karamus ve ku di pêvajoya hevberdanê de bûn, hatibû qetilkirin.