Faîlê ku Kuşçu qetil kiribû hate girtin

  • jin
  • 16:03 28 Kanûn 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Jina bi navê Zeynep Gul Kuşçu ya 31 salî ji hêla hevjînê xwe yê berê Ahmet Tahiîr Erat ve hatibû qetilkirin. Erat, hate girtin. 
 
Jina bi navê Zeynep Gul Kuşçu ku li Taxa Yenîşehîr a navçeya Artûklû ya Mêrdinê dijiya, şevê din rastî êrişa çekdarî ya kes an jî kesên nasnameya wan nediyar hat. Êriş, li pêşiya Mizgefta Kubayê pêk hat û Kuşçu bi giranî birîndar bû. êrişkar, ji cihê bûyerê reviya û komên polîs û tenduristiyê hatin sewqkirin. 
 
Kuşçu, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê lê tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da. 
 
PARASTINA HER CARÊ 
 
Têkildarî qetilkirina Kuşçu de lêpirsîn hate destpêkirin û hevjînê wê yê berê Ahmet Tahîr Erat xwe teslîmî emniyetê kir. Erat, di îfadeyê de li xwe mikûr hat û sewqî dozgeriyê hate kirin. Erat, di îfadeya xwe de parastinên her carê kir û îdia kir ku di pêvajoya lihevkirinê de bûn. 
 
HATE GIRTIN 
 
Piştî lêpirsîna li dozgeriyê, Erat bi sedema “Kuştina biqesdî” sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. Erat, hate girtin û şandin girtîgehê. 
 
JI BO DÎTINA ZAROKÊN XWE ÇÛBÛ 
 
Malbata Kuşçu cenazeyê keça xwe wergirt û li goristana Kamorê ya Bajar defin kir. Hat zanîn ku di roja bûyerê de Kuşçu ji bo dîtina sê zarokên xwe yên welayeta wan li gel Ahmet Tahir Erat bû çûbû.