Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne

  • jin
  • 13:05 5 Çile 2024
  • |
img
STENBOL - Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê da zanîn ku di sala 2023’yan de 168 rojnamegerên jin hatin darizandin û 11 rojnameger jî hêj di girtîgehê de ne. 
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin ên sala 2023’yan û mehên cotmeh, mijdar û kanûnê, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Metna daxuyaniyê ya bi kurdî Eyşan Arici û ya bi tirkî jî Saliha Aras xwend. 
 
'BÎLANÇOYA BINPÊKIRINÊN SALA 2023’YAN GIRAN E’ 
 
Arici, da zanîn ku di sala 2023’yan de sepanên weke girtin, zext, mobbîng û sansûrê yên li dijî rojnamegeran berdewam kirin û wiha got: “Bîlançoya binpêkirinên li dijî rojnamegeran a sala 2023’yan giran e. Bi taybet jî piştî hilbijartinên gulana 2023'yan, îktîdarê di bin navê ‘bekayê’ de rojnameger hedef girt. Jinên rojnameger hatin girtin, darizandin, tundî lê hat kirin, ji karê xwe hatin kirin û bi astengiyên curbecur rû bi rû man. Zexta darazê jî weke ‘ço’yek li dijî rojnamegerên jin hate bikaranîn.”
 
‘ÎŞKENCE LI ROJNAMEGERAN HATE KIRIN’
 
Bi domdarî Arici bi bîr xist ku di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de îktîdarê bi operasyonekê Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu û du rojnameger binçav kiriye û wiha domand: “Her wiha beriya hilbijartinê 5 rojnameger binçav kir. Rojnamegerên ku nûçe dişopandin rastî lêdan, tundî û zextên polîs û leşkeran hatin. Yek ji van jî nûçegîhana JINNEWS'ê Rozerîn Gultekîn bû ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan de li Şirnexê rastî tundiya polîsan hat. Her wiha nûçegihana JINNEWS'ê Elfazî Toral jî li Stenbolê dema daxuyaniya çapemeniyê dişopand hat îşkencekirin û binçavkirin.” 
 
‘EM Ê PAŞVEGAV NEAVÊJIN’
 
Di berdewamê de Arici daxuyand ku zêdetirî 10 rojnamegerên jin bi hinceta krîza aborî ji kar hatine derxistin, ji bo îstîfa bikin mobbîng lê hate kirin û li ser medyayên dijîtal jî hedef hatine girtin. Bi domdarî Arici, daxuyand ku tevî zextên îktîdarê jî rojnamegeran paşvegav neavêt û dê neavêjin. 
 
BÎLANÇOYA COTMEH-MIJDAR Û KANÛNÊ 
 
Arici, bîlançoya binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin ên di mehên cotmeh, mijdar û kanûnê wiha parve kir: “Di van mehan de 72 jinên rojnameger hatin darizandin, 11 jinên rojnameger hatin binçavkirin, 5 jinên rojnameger di dema şopandina nûçeyan de bi tundiya polîsan rû bi rû man, der barê 5 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin, der barê 4 rojnamegeran de doz hate vekirin, 5 rojnamegeran îfade dan, 3 hatin girtin, cezayê pereyan li rojnamegerekê htae birîn û li 2 rojnamegeran cezayê girtîgehê hate birîn. Bi tevahî li 3 rojnamegeran ceza hat birîn ,kameraya rojnamegerekê ji hêla polîsan ve hate şikandin, yek ji kar hate derxistin, rojnamegerên ku nûçe dişopandin çar caran ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, li qenaleke tv’yê cezayê pereyan hate birîn û her wiha cezayê girtinê 5 caran lê hat birîn.” 
 
Arici, daneyên binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin ên sala 2023’yan jî wiha parve kir: 
 
*Hejmara rojnamegerên tên darizandin:  168
 
*Hejmara rojnamegerên ji ber fealiyetên xwe yên pîşeyî der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin: 32
 
*Rojnamegerên der barê wan de doz hatine vekirin: 13
 
*Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin: 37
 
*Hejmara rojnamegerên di bin çavan de polîsan tundî lê kirin û bi miameleya xerab re rû bi rû man: 33
 
*Hejmara rojnamegerên di nava salê de hatine girtin: 5
 
*Hejmara rojnamegerên di nava salê de hatine darizandin û ceza li wan hatiye birîn: 8
 
*Hejmara rojnamegerên ji bo îfadeyê gazî wan hatiye kirin: 11
 
*Hejmara rojnamegerên ji ber fealiyetên xwe yên pîşeyî li ser medyaya dîjîtal bûne hedef: 2
 
*Hejmara rojnamegerên dema pîşeya xwe dikirin gef lê hatiye xwarin: 2
 
*Hejmara rojnamegerên ji ber pîşeya xwe dikir der barê wan de gilî hatiye kirin: 1
 
*Rojnamegerên di dema şopandina nûçeyan de ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin: 10
 
*Rojnamegerên ji kar hatin derxistin: 9
 
*Hejmara rojnamegerên ji ber mobbingê îstifa kirine: 1
 
*Hejmara rojnamegerên jin ên girtî: 11
 
Lîsteya jinên rojnameger ên girtî;
 
1 - Derya Ren - Nûçegihana JINNEWS'ê
 
2 - Dîcle Muftuoglû - Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG)
 
3 - Dîlan Oynaş - Xebatkara Azadiya Welat 
 
4 - Dilşah Kocakaya - Rojnameger
 
5 - Elîf Ersoy - Berpirsa Karê Nivîsan a Kovara Yuruyuşê 
 
6 - Hatîce Duman -  Midûra Karê Nivîsan û Xwediya Rojnameya Atilimê
 
7 - Ozden Kinik - Xebatkara TRT'ê 
 
8 - Ozlem Seyhan - Rojnameger
 
9 - Sîbel Mûstafaoglû - Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat 
 
10 - Tulay Canpolat - Nûçegihana Rojnameya Sabahê 
 
11 - Nazlî Ilicak