Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir

  • jin
  • 15:24 8 Sibat 2024
  • |
img
XARPÊT - Çawişê pispor M.C. li Xarpêtê jina bi navê Burcu Demîr bi çekê qetil kir. 
 
Jina bi navê Burcu Demîr ku li Nexweşxaneya Navenda Onkolojiyê ya Medîkal Hospital a Xarpêtê weke teknîkera fizyoterapîst dixebitî, rastî êrişa çekdarî ya çawişê pispor M.C. hat. Piştî welatiyên li derdorê agahî dayî, li cihê bûyerê komên tenduristî û polîsan hatin sewqkirin. Di mudaxileya komên tenduristiyê de hat tespîtkirin ku Demîr jiyana xwe ji dest daye. 
 
Cenazeyê Demîr ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê û çawişê pispor M.C. ê ji cihê bûyerê reviyayî hêj nehatiye girtin.