Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan

  • jin
  • 17:29 26 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê di berdewamiya xebatên hilbijartinê de ji bo şandina qeyûman ji hilbijêran piştgirî xwestin. Li Şirnexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin.
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li herêmên hilbijartinê bi gel re civuyan. 
 
MÛŞ
 
Rêxistina Navçeya Kopê ya Mûşê ya DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de buroyek vekir. Bi sedan welatiyên li ber avahiya navçeyê kom bûn, tevî namzetên hevşaredariyê li navenda navçeyê, li Kolana Malazgirtê ya ku wê buro lê hat vekirin, bi konvoyekê hatin cem hev. Di rê de welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî wesayîtên konvoyê dan û piştgiriya xwe dan der. Di vekirinê de bi sedan kes, Rêxistina DBP'ê ya Navçeyê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, Hevserokên Mûşê û Navmzetên Hevşaredariyê yên Kopê amade bûn. Girseya gel li ber buroya ku hat vekirin kom bû û dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kir. Namzetên Hevşaredariyê yên Kopê yê DEM Partiyê Aryen Dogan û Arafat Kardagî axaftinek kurt kirin.
 
ERZIROM
 
DEM Partiyê li navçeya Qereyazî ya Erziromê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Gulderen Varli û Metîn Gozmen û namzetên Hevşaredariya Qereyaziyê yên DEM Partiyê Bahar Goksû û Fuat Tutkun û endamên partiyê beşdarî vekirina buroyê bûn û ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hatın. Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Gulderen Varli li ber buroya hilbijartinê ji raya giştî re axivî û diyar kir ku zîhniyeta qeyûm komkujî û desteserkirina vîna gel e. Varli got: "Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê hilbijartineke dîrokî ye. Em ê dawî li qirkirina bi destê qeyûman bînin."
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin. 
 
RIHA
 
Ji namzetên Hevşaredariyê ya Şaredariya Serêkaniyê ya DEM Partiyê ya Rahşan Yazar, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ewilî li Mala Sersaxiyê ya Taxa Cumhuriyetê beşdarî mewlûdê bû. Piştî mewlûdê yazar li vir bi jinan re sohbet kir, projeyên partiya xwe yên der barê jinan de vegot. Yazarê piştre çû qada pîknîkê ya li Kepesê û li wir bi welatiyan re hevdîtin kir. Yazarê ku bi hezkirin hat pêşwazîkirin, li pirsgirêk û pêşniyazên welatiyan guhdarî kir. Yazarê bi welatiyan re govend gerand û piştre li navenda navçeyê serdana malan kir.
 
Namzetê din ê Hevşaredariyê Ûgûr Kahraman jî çû taxa Xidir Xelef, Xirbê Temo, Xirbe Piz, Eynseraç û Ebêsê. Kahraman ku li van deran bi coş hat pêşwazîkirin, bi welatiyan re sohbet kir û der barê xebatên hilbijartinê de agahî da û projeyên partiya xwe yên ji bo gundan û navçeyê vegot. Kahraman xizmetên di navbera 2004-2014'an ên şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) bibîr xistin û got ku lê şaredariyên di destê partiya desthilatê tu tişt pêşkêşî gelan nekirine. 
 
ŞIRNEX 
 
Li Şirnexê Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li taxa Yeniyê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Berdevka Partiya DEM’ê Ayşegul Dogan, namzetên hevşaredariyê yên Şirnexê Berivan Kûtlû ûTuran Saltan, aktivîstên TJA’yê, rêveberiya DBP’ê ya bajêr û gelek jin bi kincên xwe yên herêmî tevli vekirinê bûn. 
 
‘EM Ê MIZGINIYA XÊRÊ BIDÎN CÛDIYÊ MÎRAZAN’ 
 
Beriya vekirina buroyê jinan govend girt. Piştre namzeta hevşaredariya Şirnexê Berivan Kutlu axivî. Kutlu diyar kir ku dê Şirnexê rê nede, diziyan û wiha axivî: "Belê weke ku tê zanin bi hezara salinin welatê me nasnameya me di bin dagirkeriye de ye. Le tu deman lehengiya jinên botanê gav paşve neavetine li berxwe didin û hûn dibin xemla welata min li vire. Tundiya herî mezin li ser jinan te meşandin, herî zêde jin êş dikeşin. Le ya iro bi lehengiya xwe li berxwe dide jî jinên kurd in. Hûn jinên Botanê ye berxwederin, Dayikên 90’yanin. Dewletê tevi hemu qirejiya xwe jî nekarî me.Şaredariya AKP’é ye ku niha tişteke bibêje nema ye. Dema AKP’ê xelas nema. Îro behsa riya Şirnex û Wane dikin, çekirina nexweşxaneyê dikin. Lê em dipirsîn we jî jinên Şirnexê re çi kiriye, ji bo pêşî li girtina tundiya li ser jinan we  çi kiriye, ji nûve diçin ji jinan re tişt dibin eybe, şerme. Hûn bi sernakevin ji vê bi bawer bin. Em ji jinên Şirnexê bi bawerin. Em rêhevalên Bişenganin, Fatma Uyaranin hûn ê nikarin. Bajarê Şirnexê bajarê jinane, bajarê me ye. Me bi lehengiya xwe dîrok nivisandiye em tu caran natirsîn em ê netirsin. Em ê biçin quntarê Cûdî em ê bibêjin ey Cûdî me mizgînî ji te re anî. Em hêvî û rîca dikin em bibin layiqî lehengên Botanê.”
 
‘KOLAN BI KOLAN BIXEBITIN’ 
 
Piştre berdevka DEM Partiyê Ayşegûl Dogan axivî. Dogan jî bal kişand li ser giringiya hilbijartinên xwecihî û ev tişt anî ziman: "Hûn dibêjin çi hûn dibêjin,’em dengê xwe didin xwe’ hûn di her hilbijartina de dibêjin ‘em ê bidin xwe’ ev partiye partiya we ye, mala gel e, xwediyê wê hûn in. Dixwazin vîna we bi diziyê û dûritiyê dagir bikin. We govenda me dît, ji bo me xwedî derketina nasname, ziman, çand û hûner ev govende. Ev tenê nabe hilbijartinek xwecihî ev bersiveke ji qeyûman re ye. Qeyûm rizandina nirxên civakê ye. Dê 31’ê Adarê qeyûm biçin û herin. Em ê bibêjin kesên ku dixwestin bi dûritiyê, diziyan dengé me bidizin em ê bersiv bidin. Kîjan partî xwedî zimanê we, hebûna we û nasnameya we derbikevin? Guhê xwe li kirinên şexsî bigirin dengê xwe bidin xwe. Nexşereya me ya pergala nû vê pergala yek ziman qebûl nake. Çima em qebûl malin? Çimkî em dibêjin li Tirkiyeyê ne tenê yek ziman heye nasname heye, em dixwazin pergala wekheviyê biparêzin bi hevre jiyan bikin. Ti kes ne serdest, ti kes ne bindeste. Em vê qederê qebûl nakin û dixwazin ku vê qederê biguherînin. Xwe amade bikin mal bi mal, kolan bi kolan bixebitin û xwedî li dengê xwe derbikevin. Em ji we bawerin, em ji xwe bawerin hûnê deriyê şaredariyê ji xwe re vekin."
 
Piştre peyama girtiya siyasî ya nexweş ku di Girtîgeha Erzingan a Tîpa L'yê de Saadet Îdîn hat xwendin. Îdîn ji hevşaredaran re serkeftin xwest û daxwaz kir ku gel xwedî li dengê xwe derbikevin.
 
Piştî axiftinan jinan bi tililiyan buroya hilbijartinê vekir. Piştre jinan li navenda Şirnexê serdana dikandaran kir. 
 
AMED
 
DEM Partiyê di çarçoveya hilbijartinên herêmî de serdana esnafên kargehên pîşesazî yên navçeya Yenîşehîrê kir. Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bûcak û Dogan Hatûn û navmzetên Hevşaredariyê yên Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergun û endamên partiyê ji her du aliyan ve esnafên Mala Pîşesazî ya Hejmar 1 û 2 ziyaret kirin.