Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin

  • jin
  • 09:01 28 Sibat 2024
  • |

MÊRSÎN - Jinên nunerên saziyan destnîşan kirin ku ew ê îsal jî di 8’ê Adarê de li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan bin û gotin: “Em îtaetê nakin. Em ê bi serhildanan xwe ve di 8’ê Adarê de li kolanan bin, em li benda hemû jinan in.” 

Tirkiye di nava şert û mercên li dijî jinan û êrişên ser wekheviya zayendiya civakî de 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî dike. Jin di pêvajoyeke ku li kolanan tundiya mêr a li dijî jinan zêde dibe, polîtîkayên ku ser “malbata pîroz” a Qanûna Medenî, nîqaşên guhertina Destûra Bingehîn, hedefgirtina qanûna hejmar 6284 û xestpkirina mafê nafakayê de dê dakevin qadan. Li gorî daneyên Platfoma Em ê Pêşiyê li Cinayetên Jinan Bigirin (KCDP) a sala 2023’yan di nava salekê de 315 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin, 248 jin bi awayeke gumanjiyana xwe ji dest dan. Ji sedî 65’ê jinan di nava malên xwe de, ji sedî 18’ê wan li kolanan hatin kuştin. Tenê di meha çileya sala 2024’an de  31 jin hatin qetilkirin, 21 jin bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Jinên ku li Mêrsînê amadehiyên xwe yên 8’ê Adarê dikin têkildarî êrişan û têkoşîna li dijî van êrişan axivîn. 
 
ÊRIŞ JÎ BERXWEDAN JÎ BERDEWAM E
 
Endama Lijneya Rêveberiya Malên Gel (Halkevlerî) a Tarsûsê Çîgdem Serîn destnîşan kir ku jinên li bajêr têkoşînê didin meşandin, taybetî jî di pêvajoya Rewşa Awarte (OHAL) û dema pandemiyê de ji ber cezayên pereyan rastî îşkenceya aborî hatin û diyar kir ku jin dozên derbarê van neheqiyan vekirine de bi ser ketin. Serîn wiha axivî: “Dewlet, ên ku jinan kuştina û destdirêjiya zarokan kirine bi bêcezahiştinê xelat kir. Di her lêgerîna mafan de barîkatên polîsan derket pêşberî me. Mêr û dewlet dixwazein jinan bêdeng bikin lê jin tevî hemû zext û qedexeyan li qadan bûn û dê li qadan bin. Em di demeke polîtîkayên dewletê dijwar dibe de, bi dijbertiya LGBTÎ+ ya Qanûna Medenî, guhertina Destûra Bingehîn, êrişên ser qanûna hejmar 6284 zêde dibin û dixwazin mafê nafakayê xesp bikin de 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Têkildarî vê yekê jî her roj tundiya zilam zêde dibe. Hêrsa jinan a li dijî tundiya zilam dema ku Ozgecan Aslan hate qetilkirin derket holê û bû serhildan û daket kolanan. Ji wê rojê heya îro girêdayî polîtîkayên desthilatê, tundiya mêr zêde bû. Em dibinin ku ev tundî li Mêrsînê jî zêde bûye. Lê belê em ê ji malbatên ku dixwazim me asê bikinê re jî, desthilatê re jî îtaet nekin. Em ê bi serhildana xwe re di 8’ê Adarê  de li kolanan bin. Em hemû jinan jî vedixwînin kolanan.” 
 
TUNDIYA DEWLETÊ NAYÊ GOTIN
 
 
Endama Lijneya Rêveber a Odeye Bijîşkan (MTO) a Mêrsînê û endama Komîsyona Bijîşkî û Tenduristiya Jinan Dr. Birsel Tûtûş da zanîn ku ew ji bo mafên xwe biparêzin têdikoşin û anî ziman ku ev yek hem wek madî û hem jî wek manevî cezakirinê bi xwe re tîne. Tûtûş da zanîn ku jinên rastî tundiya dewletê tên, nikarin vê yeke bînin ziman û wiha got: “Dema ku rastî tundiyê hat divê serî li dewletê bide, lê belê ev rewş nakokiyê derdixe holê. Dema serî li saziyên tenduristiyê dide, em jî dikevan rewşa xwe parastina ji dewletê. Peywira me ye ku em li cem keseke ku mafê xwe digere bisekinin lê belê pêkanîna peywirê her tim pêkan nabe. Lê belê em ê ji qadan paş de nemînin. Em wek bijîşkên jin, hewl didin ku tişta dikeve ser milê me pêk bînin. A herî girîng jî em tiştên tên jiyîn didin ber çavan. Wekî gelen me yên din, em dikarin pêşiya hilbijarinên herêmî ji bo pêdiviya spartin û ewlehiyê hevdîtinê bikin. Em ê di 8’ê Adarê de vê bînin ziman.”
 
‘EM Ê LI QADAN BIN’
 
 
Endama Lijneya Rêvebera a Malên Gel a Mêrsînê Guneş Dogdû jî anî ziman ku ew di her çalakiyê de rastî barîkatên polîsan tên û diyar kir ku jin jî guhdariya van barîkatan nakin. Dogdû di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tundiya dewletê ya li dijî jinan û ev tişt gotin: “Dema ku hevalên me tev li çalakiyan dibin, li malbatên wan ên ku dixwazin jinê lê bidin girtin, digerin. Em çawa hîn bûn ku barîkatan hilweşînin, em hînî van jî bûn. Dema ku em mafê xwe digerin û rastî tundiya dewleta mêr tên, ev yek hêrsa me zêdetir dike. Barîkatan jî danin pêşiya me, polîsan jî bişînin, cezayên pereyan jî li me bibirin, êm ê bi hêrsa xwe ve, serhildana xwe ve di 8’ê Adarê de, di 25 Mijdarê de li kolanan, li meydanan bin.” 
 
MA / Yusra Batihan