Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan

  • jin
  • 13:13 31 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê û Sîwana Meclisa Jinên Êzidî dê di 3’yê tebaxê de li gelek navendên Ewropayê bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinê bibin dengê xweparastinê” dakevin qadan. 
 
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) û Sîwana Meclisên Jinên Êzidî (SMJÊ) di 3’yê Tebaxê de li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê” çalakiyan lidar dixin.
 
Têkildarî çalakiyan daxuyaniyek hate dayin û wiha hate gotin: “Bi nêzîkbûna 3’yê Tebaxê re em rêxistinên jinan ên li Ewropayê ji bo qirkirina DAIŞ'ê ya sala 2014'an li Şengalê li dijî civata êzidî kir, di salvegera 10'emîn de şermezar bikin, careke din dadikevin qadan. Em vê dema ku dewama polîtîkayên bênasnamehiştin, kolekirin, destdirêjî û zilma li êzidiyan e, bi hezaran carî şermezar dikin."
 
‘ÊŞÊN HERÎ GIRAN JINANKIŞANDIN’ 
 
Daxuyanî wiha domiya: “Di vê komkujiyê de ku di bin serweriya DAIŞ’ê hate kirin, bi taybetî jinan êşên giran kişandin. Bi hezaran jin ên ciwan ên êzidî û zarok hatin revandin, li bazarên koleyan hatin firotin, destdirêjî li wan hate kirin. Ji 3548 jinên dîl hatin girtin heta niha tenê 1207 hatine rizgarkirin. Hîn jî aqûbeta jinên winda nayê zanîn bê sax in an na, lê belê hêviya malbatên wan a ji bo dîtina wan, her wiha têkoşîna di vê oxirê de dewam dike. Ev qirkirina ku weke şerma herî mezin a sedsalê kete hişê me, ji bo me qirkirinek li hemberî tevahiya cîhanê û jinan e.
 
GEFÊN MEZIN DIDOMIN
 
Di salvegera 10'emîn a vê hovîtiyê de ji bo êzidiyan û hemû hindekariyên bindest, ji bo parastina azadî, wekhevî û edaletê em di nava piştevaniyê de ne. Ji qirkirinê û vir ve me dît ku li Şengalê jiyan, çand û civak tê tunekirin. Piştî vê komkujiyê ku lîderên wan û kesayetên girîng hedef hatin girtin û kuştin. Êzidî li hev kom bûn, ji bo xwe ji komkujiyeke nû biparêzin rêxistiniyên xwe yên xwerêveberî û xweparastinê afirandin. Tevî vê yekê jî gefê mezin li ser destkeftiyên wan hene.
 
PIŞTEVANÊ DAIŞ’Ê YÊ HERÎ MEZIN DEWLETA TIRK E
 
Dewleta tirk û hevalbendên wan di 9'ê Cotmeha 2020'î de ji bo tunekirina van rêxistinî û saziyên xwerêveberî û xweprastinê û jinûve bicihanîna sîstema xwe ya zordariyê, peymanek mohr kirin. Gelek caran dewleta tirk bi balafirên bêmirov êrişî xweseriya Şengalê kir. Dewleta tirk ku piştevanê herî mezin ê DAIŞ’ê ye, bi êrişên bi rêya ÎHA'yan sivîlan û zarokan dike hedef. Em biryardarî û soza xwe ya ji bo pêkanîna Êzidxana xweser û azad dubare dikin ku hesreta Mam Zekî Şengalî, Bêrîvan Şengalî, Zerdeşt Şengalî û Agît Civyan bû.
 
JI BO GELÊ ÊZIDÎ XWESERÎ ŞERT E
 
Ji bo gelê êzidî xweserî şert e. Em bang dikin ku li hemberî van êrişan yekitî bê kirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî dikin ku di vê têkoşînê de piştgiriya me bike. Ji bo naskirina qirkirina ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de hate kirin û hesabpirsîna ji sûcên li dijî civaka êzidî em daxwaza avakirina dadgeheke navneteweyî dikin. Gelekî girîng e ku DAIŞ û milîsên îslamî yên ji qirkirina civaka êzidî berpirsyar in ji kampan (Holê) bêne vekişandin û li welatên wan ên li Ewropayê ji ber encamên çalakiyên xwe bêne darizandin. Ji bo pêşî li êş û hilweşînê bê girtin, divê êrişên hewayî yên li ser Şengalê bêne rawestandin.
 
Li ser vê bingehê bi pêşengiya TJK-E û SMJÊ wê di 3'yê tebaxê de li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşma 'Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê' çalakî bêne lidarxistin. Em bang li jinan û tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin."
 
DEM Û CIHÊ ÇALAKIYAN
 
Li gorî daxuyaniyê dem û cihê çalakiyan bi vî rengî ne:
 
Çalakiyên di 2'yê tebaxê de bêne lidarxistin;
 
Bremen
Saet: 15.00
Cih: Am Marktplatz
 
Helsingborg
Saet: 17.00
Cih: Gustav Adolfs torg
 
Çalakiyên di 3'yê tebaxê de bêne lidarxistin:
 
BELÇÎKA
 
Liege
Saet: 18.00
Cih: Pêşiya Stasyonê
 
AWÛSTÛRYA
 
Viyana
Saet: 18.30
Cih: Parlamento
 
ALMANYA
 
Saarbrücken
Saet: 17.00
Cih: Europa Galerie
 
Frankfurt
Saet: 13.00
Cih: Rathenau Platz
 
Leipzig
Saet: 15.00
Cih: Augustusplatz
 
Stuttgart
Saet: 14.00
Cih: Königstr./Ecke Marstallstr.
 
Düsseldorf
Saet: 15.00
Cih: Platz des Landtages 1/Pêşiya Parlamentê
 
Berlîn
Saet: 18.00
Cih: Bebel Platz/ Unter der Linden
 
Hannover
Saet: 12.00
Cih: Steintor Platz/Am Steintor
 
Göttingen
Saet: 12.00
Cih: Gänseliesel
 
Kiel
Konê Agahdarkirinê
Saet: 15.00-17.00
Cih: Europaplatz
 
München
Saet: 15.00
Cih: Sendlinger Str. 8
 
SWÎSRE
 
Zürich
Saet: 16.30
Cih: Helvetiaplatz
 
Lausanne
Saet: 13.00
Cih: Église Saint-Laurent
 
SKANDÎNAVYA
 
Stockholm
Saet: 15.00
Cih: Sergels torg
 
Kopenhag
Saet: 13.00
Cih: Gammeltorv
 
Oslo Norveç
Saet: 15.00
Ceh: Tønsberg Torv
 
INGILISTAN
 
London
Saet: 17.00
Cih: trafalgar Square/WC2N 5DS
 
HOLLANDA
 
Amsterdam
Saet: 13.00
Cih: Central- Station
 
FRANSA
 
Villers-le-bel ve Drancy
Cih: Villers-le-bel Gar
Saet: 18.00
 
Montes-la-jolie
Stant û agahdarkirin
Cih: Gar
Saet: 17.00
 
Marsilya
Saet: 10.00
Cih: Cenieber/Marsilya."