Nîzamettîn Kabaîş: Bila rapora otopsiyê ya Rojînê bê eşkerekirin

  • jin
  • 09:03 12 Mijdar 2024
  • |

AMED - Elîf Kabaîş, xwişka Rojîn a ku tê xwestin mirina wê wekî" xwekuştinê" bê nixumandin, diyar kir ku şîfreya telefonê ya ku piştî 5 rojan hat şikandin, wekî roja 8'an hatiye nîşandan. Bav Nîzamettîn Kabaîş jî xwest ku encamên otopsiyê di demeke herî nêz de bên eşkerekirin.

Cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku di 27'ê Îlonê de li Wanê windabû, 18 roj şûnde li Taxa Molla Kasim a nêzî Gola Wanê hat dîtin. Kabaîş ku otopsiya wê ya ewil bi dawî bû, li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat definkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de biryara nepenîtiyê hat dayîn û rapora otopsiyê ya Kabaîş hê nehatiye eşkerekirin. Bijîşk Huseyîn Yaviç ku li ser navê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê beşdarî otopsiyê bû, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di otopsiyê de ku 8 saetan dom kir, zêdetirî 100 mînak hatine girtin û ji ber ku cenaze demeke dirêj di nava avê de maye deforme bûye. 
 
Bav Nîzamettîn Kabaîş û xwişk Elîf Kabaîş ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û der barê mirina Rojînê de gumanên xwe anîn ziman.
 
Elîf Kabaîşê diyar kir ku xwişka wê hatiye kuştin û wiha got: “Xwişka min bi xwendina zanîngehê gelekî kêfxweş bû. Heta roja çû jî kêfxweş bû. Digot 'Ez bawer nakim, xeyala min pêk hatiye, ez diçim zanîngeha ku min dixwest biçimê.'"
 
‘HIN TIŞT TÊN VEŞARTIN'
 
Xwişk Kabaîşê bi bîr xist ku telefona Rojînê li kêleka golê hatiye dîtin û got ku îfadeyên polîsan ên di roja 8'emîn de ku gotin şîfreyê şikandine derew in. Kabaîşê diyar kir ku peyama ku xwişka wê roja windabû şandiye, 5 roj şûnde wekî "hatiye dîtin" hatiye nîşandan û wiha got: “Min roja Înê, roja ku xwişka min winda bû, careke din min peyam ji xwişka xwe re şand. Peyama min roja Çarşemê hat dîtin. 5 roj piştî windabûna wê. Polîs dibêje, wan şîfreyê 8 rojan şûnda şikandiye. Her wiha polîsan ji bavê min re gotine ku wan telefon lêkolîn kiriye û tenê di qeydan de bi malbatê re axiviye, lê ji ber ku WhatsApp bi şîfre bûye nikaribûne bişkînin, lê belê profîla Whatsappê ya xwişka min heta êvarê xuya bû. Piştî demekê, ew jî tê rakirin û WhatsApp hîn jî li cihê xwe ye." 
 
Elîf Kabaîşê anî ziman ku dema mirov li vê rewşê dinêre xuya ye ku tê xwestin hin tişt bên veşartin. 
 
‘LÊGERÎNEKE BAŞ NEHAT KIRIN'
 
Bav Nîzamettîn Kabaîş jî bertek nîşanî îdiayên ku Rojînê "xwe kuştiye" kir û wiha got: “Roja ku Rojîn çû zanîngehê min ew bir zanîngehê, em bi hev re li yûrda wê geriyan, em derketin çûn xwarinê, piştre min ew ji wir bir yûrdê, me xatir ji hev xwest û ez bi rê ketim. Bi rastî jî di roja sêyemîn a zanîngehê de, piştî ku li yûrdê xwarina xwe dixwe, diçe sûkê. Wê gavê bi dêya xwe re dipeyive, ew ji diya xwe re dibêje 'Dayê, ez diçim marketê, ez ê ji xwe re qehweyê bikirim.' Dêya wê jî dibêje, 'Keça min, mêze tu diçî marketê, zêde xwe eware neke, vegere yûrdê.' Ew jî dibêje, 'Temam dayê.' Wer xuya ye wê gavê dixwaze hinekî bigere. Jixwe yûrd û Gola Wanê pir nêzîkî hev in. Piştî wê saetê Rojîn winda dibe û demeke dirêj nayê dîtin." 
 
Kabaîş bal kişand ser xebatên lêgerînê yên ku Walî û Cendirme jî y-tevlî bûn û got ku xebatên hatine kirin ne bes bûne. Bav Kabaîş got: “Min gelek caran got ku tenê li nava avê lê negerin, li taxan, li malan û li depoyan jî bigerin, lê tenê li nava avê lêgeriyan. Tenê bi wesayîtan li taxan geriyane. Paşê piştî israra min, tenê li Taxa Bardakliyê geriyan. Li taxên din negeriyan. Lêgerîneke bi vî awayî nabe. Ger lêgerîneke baş bihata kirin belkî Rojîn sax bûya." 
 
Kabaîş tiştên ku der barê telefonê de jê re gotine wiha rêz kir: “Polîsan ji min re got, me şîfreya telefonê şikandiye û li qeydên axaftinê nihêriye. Ji bilî malbata xwe bi kesî re neaxivye. Lê ji ber ku me nekarî şîfreya WhatsAppê bişkîne, me nekarî xwe bigihînin agahdariya li wir."
 
Bav Kabaîş agahiya bijîşkê ku otopsî kiriye got û wiha pê de çû: “Piştî otopsiyê bijîşk ji min re got, 'ne mimkûn e ku keça we 18 roj in di avê de bimîne. Ger wisa bûya, dê yekparebûna cenaze hilweşiya. Herî zêde 5 an jî 6 rojan di avê de maye. Di laş û çavên wî de birîn hebûn. Dibe ku kesekî ew demeke dirêj li cihekî girtibe, belkî ew ser jê kiribin û avêtibin avê.' Herî dawî li Taxa Mola Kasimê baxçevanekî cesedê Rojînê li qeraxê dît û bang li polîsan kir.
 
Bav Kabaîş anî ziman ku çapemenî û polîsan bi gotina 'xwekuştinê' hewl dan qetilkirina Rojîn veşêrin û wiha got: "Walî û Midûrê Polîsan hatin cem min û gotin 'Keça te xwe kuştiye.' Min got, 'Eger xwe kuştibe, çima cenazeyê wê 24 kîlometre dûrî wî cihê ku xwe lê kuştiye hatiye dîtin.'"
 
Bav Kabaîş xwest ku demildest encamên otopsiyê bên eşkerekirin û kesên keça wê qetil kirine bên dîtin û cezayê herî giran li wan bê birîn. ,
 
MA/ Heval Onkol