Ji bo jinên hatin qetilkirin şitil hatin danîn

  • jin
  • 14:48 14 Mijdar 2024
  • |
img
AMED - Hevşaredarên jin ên DEM Partiyî di çarçoveya kampanyaya “Gotina me xelas nebûye. Em ê bi hev re tundiyê bisekinînin” de ji bo jinên hatin qetilkirin 80 şitil danîn. 
 
Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya kampanyaya “Gotina me xelas nebûye. Em ê bi hev re tundiyê bisekinînin” de çalakiya xwe ya yekemîn li dar xist. Jin li Qada Parka Kent 21 hatin cem hev û ji bo jinên hatin qetilkirin şitil danîn. 
 
Hevşaredar Serra Bucak beriya danîna şitilan axivî û wiha got: “Em neqediyan e. Em ê bi hev re tundiyê rawestînin. Ji ber ku em li erdnîgariyeke ku tundî gihiştiye lûtkeyê dijîn. Em dibînin ku di encama polîtîkayên hikûmetê û darizandinên alîgir ên darazê de tundî û kuştinên li ser jinan roj bi roj zêde dibin. Em dixwazin soza xwe bi cih bînin ku em ê bibin parêzvanên jiyaneke bê tundiya li ser jinê û wekî şaredarî em ê di her qadê de bixebitin. Em ê li her qadê bajarên jinan ji nû ve ava bikin, di serî de beşa polîtîkayên jinan û hemû yekîneyên xwe.” 
 
Piştî daxuyaniyê şitil hatin danîn.