Li Wanê di 10 mehan de 10 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

  • jin
  • 16:02 14 Mijdar 2024
  • |

WAN - Komeleya Jinan a Starê û TJA’yê diyar kirin ku li Wanê di nava 10 mehan de 10 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. 

Komeleya Jinan a Starê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Wanê bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê rapora xwe ya salane ya tundiya li ser jinê eşkere kirin. Jinên ji rêveberiya komeleyê û jinên TJA'yê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li avahiya komeleyê bûn.
 
Seroka komeleyê Zeynep Demîr metna daxuyaniyê xwend. Demîr di destpêke de bal kişand ser dîroka 25'ê Mijdarê û wiha got: “Li gorî çeteleya me ya sala 2022'yan û 2023'yan, 17 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2024'an de jî di nav 10 mehan de jî 10 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan. 2 jin hatin qetilkirin û pitikek hat kuştin.”
 
Demîr, da zanîn ku faîlên mirinên biguman tu carî aşkere nabin û ev yek ji ber parastina kiryaran e û wiha pê de çû: “Di sala 2024'an de 61 jinan serî li komeleya me dan. 20 kes di temenê 18-25'an de bûn. 16 kes di temenê 25-45'an de bûn. Jin bi tundiya derûnî, fîzîkî, aborî û dijîtal re rûbirû dimînin. Em dibêjîn tundî polîtîk e û em ê li dijî tundiyê têkoşîna xwe ya bi rêxistinî bidomînin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.