Ji girtiyên jin re qert hatin şandin

  • jin
  • 15:36 15 Mijdar 2024
  • |
img
AMED/SÊRT - DAKAP û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, starta çalakiyên 25’ê Mijdarê bi şandina qertan a ji girtiyên jin re dan. TJA û Meclisa Jinan a DBP’ê jî li Sêrtê qert ji jinên girtî re şandin. 
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî li Şaxa PTT'ê ya Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê ji jinên girtî re qert şandin. Dema ku pêkhateyên torê beşdarî şandina qertê bûn, jinan ewil li ber PTT'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê jinan endama Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) Kîymet Zengîn daxuyanî xwend.
 
Kiymet Zengîn got: “Em bi jinên Colemêrg, Esenyûrt, Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê re li dijî yên ku bi polîtîkayên dijminatî û milîtarîst mafê gelê Kurd ê dengdayîn û hilbijartinê desteser dikin, li kêleka hev rawestin. Em ji bo Narîn, Rojîn, Evîn, 5 xwişk û birayên xwe yên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane û hemû jin û zarokên hatin qetilkirin, rastî tundî, tacîz, tecawiz û cudakariyê hatin, daxwaza edaletê dikin û em dest bi çalakiyên meha Mijdarê dikin. Em dest ji destkeftî, mafên xwe û têkoşîna xwe bernadin."
 
Piştî daxuyaniyê jinan dirûşma “Jin jiyan azadî" berz kirin û ji jinên girtî re qert şandin.
 
SÊRT 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî li Sêrtê ji jinên girtî re qert şandin. Qertên bi dirûşma “Jin jiyan azadî” hatin amadekirin, li PTT’a ser Cadeya Guresê hatin şandin.