'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’

  • jin
  • 09:26 19 Kanûn 2024
  • |

RIHA - Berdevka Kongra Starê Rihan Loqo diyar kir ku bi êrişên ser Rêveberiya Xweser re jin hedef tên girtin û wiha got: “Lewma banga me ji bo hemû sosyalîst, nivîskar, hunermend û her kesî ew e ku xwedî li destekeftiyên jinan derkevin.” 

Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rihan Loqo hilweşîna rejîma Baasê û êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên bi awayekî hemwext hatine destpêkirin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Rihan Loqo anî ziman ku ev êriş nû nînin û armanca êrişan jî têkbirina pergala Rêveberiya Xweser û jiyana gel e. 
 
Bi domdarî Rihan Loqo diyar kir ku êriş bi taybet jî li dijî têgeha neteweya demokratîk e û ev tişt anî ziman: “Ji roja li Rojava jiyan nû aj dayî heta niha Tirkiye jiyana me hedef digire. Bi sala ye jî hewl didin çeteyên bi destê xwe perwerde kirin bişînin herêmên me. Dixwazin jiyana li vir tune bikin, pêşengtiya jinan tune bikn û pêşîl li îradeya li vir bigirin. Ji bo vê jî komkujiyan, qirkirinan dikin û êrişî jinan, zarokan, astengdaran û her kesî dikin.” 
 
'JINAN HEDEF DIGIRIN’
 
Di berdewamê de Rihan Loqo êriş û dagirkeriya li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Til Rifet û Şehbayê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di her êriş û dagirkeriyê de ji ewil jin hedef tên girtin. Xwestin îradeya jin û zarokan bişikînin. Zarokên biçûk bûn şahid bê ka dayik û bavên wan çawa hatin qetilkirin. Bûn şahidên koçberiya li ser xaka xwe. Niha jî li Minbicê bi heman awayî komkujiyên mezin bi heman rêbazan dikin.” 
 
'EM DIXWAZIN PIRRENGÎ WERE NASKIRIN’ 
 
Rihan Loqo, destnîşan kir ku pergala jinan ava kirî dê wisa bi hêsanî ne hilweşe û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin ku Sûriyeyeke demokratîk were avakirin ku pirnetewîtî, pirrengî û pirolî be. Li vir îradeya jinê, felsefeya 'jin, jiyan, azadî' hedef tê girtin. Ev 12 sal in em têdikoşin û beriya wê jî em têkoşiyan. Jin amade ne ku di avakirina Sûriyeya nû de rol bigirin. Li gorî me divê her kes di Sûriyeya nû de bikare bi nasnameya xwe û bi baweriya xwe bijî. Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin ku ji jî bi rêya diyalogê tê de cih digirin. Bi vê sedemê jî em bang li sosyalîstan, kesên zanebûna wan a jinê heye, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û her kesî dikin ku destekftiyên jinan biparêzin. Rojên pêş dê nîşanî me bidin bê ka em ê hebin an dê tune bibin. Lê belê ji bo em hebûna xwe biparêzin, divê em xwedî li destekeftiyên jinan derkevin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî