ESKÎŞEHÎR - Endama Desteya Disiplîna Navendî ya DEM Partiyê Zeynep Nîlgûn Salmaner diyar kir ku divê jin di pêvajoya aştiyê de roleke aktîf bilîzin û got, "Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin."
Endama Desteya Disiplîna Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Zeynep Nîlgûn Salmaner ku der barê pirsgirêka Kurd de îşaret bi pêvajoya tê meşandin kir û destnîşan kir ku divê jin di her astê de tev li pêvajoyê bibin. Zeynep Nîlgûn Salmaner bal kişand ser hewldanên ji bo avakirina komîsyoneke li parlamentoyê weke qonaxa pêvajoyê û wiha got: "Armanc ne tenê axaftina aştiyê ye, di her mijara ku aştî bê avakirin de jin tev li pêvajoyê bibin."
Salmaner da zanîn ku di pêvajoyên şer û pevçûnan de li hemberî jin û zarokan polîtîkayên şerê taybet tê meşandin û di demên şer de jin bêhtir rastî tecawizê tên û wiha got: "Dema mirov li vê erdnîgariyê kuştinên jinan lêkolîn dike rastî rêbazên hovane tê. Piraniya wan rêbazan di demên şer de tên ceribandin."
'PIRSGIRÊKA HER KESÎ YE'
Zeynep Nîlgûn Salmaner da zanîn ku beşeke mezin a budçeya dewletê ber bi şer ve dibe, xizaniya jinê zêde dike û wiha axivî: "Ji ber ku pêvajo dest bi nîqaşê kir, gavên hatin avêtin hene, lê ji bo ku çek bêdeng bibin ev gar têrê nake. Ji ber vê yekê, pêwîste jinên ji her qada jiyanê bandorên hilweşîner ên şer bibînin û tevkariyê li avakirina aştiyê bikin. Ev yek ne tenê ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji bo her kesên li vê erdnîgariyê dijîn pirsgirêk e."
Zeynep Nîlgûn Salmaner diyar kir ku divê jin di mekanîzmayên biryardayînê de hîn bêhtir xwedî rol bin û wiha got: "Ji bo me ya herî girîng, berbelavkirina sîstema hevserokatiyê ye. Dîsa bingeha vê têkoşînê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê ye. Avabûneke ku cewhera civaka demokratîk ava dike ye. Dema em avadaniya azadiya jinê ji nava xwe derxînin an jî bifikirin ku avabûn qels e, ne pêkane ku bi rastî jî civakeke demokratîk pêk were."