Leyla Guven: Em ê azadiya jinê bigihînin serkeftinê

  • jin
  • 14:21 8 Adar 2019
  • |
img

AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 121 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye peyam şand mitînga jinan a li Amedê û got: “Em ê azadiyê bigihînin serkeftinê.”  

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 121 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, peyam şand mitînga 8’ê Adarê ya li Amedê. 
 
‘EM Ê MAFÊ AZADIYÊ BIGÎHÎNIN ASTA HERÎ JOR’ 
 
Peyama Guven a ji aliyê Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hat xwendin wiha ye: 
 
"Merhaba jinên dilovan. Em di hefteya 8’ê Adarê de ne. Ez berxwedana 8’ê Adarê ya hemû jinên cîhanê û ya we pîroz dikim. Ez bi bawerim her roja nû 8’ê Adarê ber bi rojên azad ve bibe û mizgîniya azadiyê dide me. Em jin dê daxwazên civakê di qadên 8’ê Adarê de bînin ziman û qîr bikin. Her roj berxwedan mezintir dibe û têkoşîna me bilind dibe. Em ê mafê jinê yê di nava civakê de yên wek hiqûq û azadiyê bigihînin asat herî jor.” 
 
Mitîng bi axaftina beşdervanan û coşa jinan didome.