Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
- jin
- 15:27 12/12/2022
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê laçikên xwe yên spî danîn erdî, li dijî şer banga aştiyê kirin.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê laçikên xwe yên spî danîn erdî, li dijî şer banga aştiyê kirin.
Polîsan li Beyoglûyê jina ciwan a bi navê Zuhal Ebrar Yildiz (18) qetil kir.
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel a di 4’ê cotmehê de li Silêmaniyê hat qetilkirin, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hat bibîranîn.
TJA’yê bi boneya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyeke nivîskî da. TJA’yê da zanîn ku bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re binpêkirinên mafan zêdetir bûne û wiha got: “Serkeftin dê ya me be, serkeftin dê ya mafên mirovan be.”
Prz. Sûzan Akîpa diyar kir ku desthilat ji tirsê zextê li nûner û saziyên jinan ên kurd hene û wiha got: “Felsefeya jin jiyan azadî di pergalê de derzên kûr afirand.”
Jinên TJA’yî di salvegera qetilkirina Garîbe Gezer de ev peyam dan: “Em ê bi zindîhiştina bîranînên kesên ku têkoşîna azadiyê dane têbikoşin.”
Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan diyar kir ku hêzên modernîteya kapîtalîst bi rêya çeteyên weke Talîban, DAIŞ, HTŞ û hwd. tundiya navneteweyî ya li dijî jinê birêxistin dike û ev tundî li Tirkiyeyê bi dest AKP’ê tê domandin.
Bavê Meryem Sevîm a ji aliyê Mûsa Sevîm ve hate qetilkirin, Halît Sevîm bal kişand ku kujer 26 roj in hêj nehatiye girtin û diyar kir ku diyar kir ku têkiliya di navbera bikaranîna gumanbar a weke şahidê veşartî ya di gelek dosyayan de ji aliyê polîsan ve û negirtina wî, wan dide fikirandin.
Garîbe Gezer ku li girtîgehê hatibû qetilkirin, di hevdîtina dawî ya bi xwişka xwe Asya Gezer de wiha gotibû: “Bi taybet jî li ser me jinan polîtîkayeke qirêjî dimeşînin. Xwişkê, ez serî natewînim. Ji vir cenazeyê min jî derkeve ez ê li hemberî wan serî netewînim.”
Ji damezrînerên VAKAD'ê Zozan Ozgokçe diyar kir ku bi tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re destkeftiyên jinan 50 sal paş ve çûn.
Hempîşeyên rêveberiya Şaxa ÎMO’yê Bahar Hezer ku li Rihayê hatibû qetilkirin, daxuyanî dan û diyar kirin ku dê doza wê ji nêz ve bişopînin.
Dozger di danişîna doza endama Akademiya Jinan Fîgen Aras a hefteya borî bi 13 jinan re hatibû girtin a bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin de xwest doza wê bi ya Enqereyê re bibe yek.
Endama Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê û hevşaredarên wê der barê polîtîkayên qeyûman de axivîn û diyar kirin ku dewletê bi qeyûman rûye xwe careke din nîşanî civakê daye û wiha gotin: "Qeyûm, tunekirin û îmhakirin e. Lê li hemberî wê tekoşînek jî heye. Bi tayînkirina qeyûman re rejîma AKP'ê û MHP'ê teşhîr bû û negihîşt armanca xwe.”
Li Rihayê û Mêrdînê ji bo Bahar Hezer a hat qetilkirin daxuyanî hat dayîn û bibîranîn û hat destnîşankirin divê bêcezahiştin wêrekiyê dide kujeran.
Wesayîta zirxî ya leşkerên artêşa tirk li bajarokê Etarib a Helebê da ser dayikek û keça wê. Di encamê de dayikê û keça wê jiyana xwe ji dest dan.