Li Dîlokê meşa 8'ê Adarê: Em natirsin û îtaet nakin
- jin
- 17:55 07/3/2021
Li Dîlokê Platforma Demokratîk a Jinan, 8'ê Adarê bi meşeke girseyî pîroz kir û got, "Keda me, bedena me, nasnameya me û azadiya me ya me ye."
Li Dîlokê Platforma Demokratîk a Jinan, 8'ê Adarê bi meşeke girseyî pîroz kir û got, "Keda me, bedena me, nasnameya me û azadiya me ya me ye."
Li Enqerê, zilamê bi navê Zeynel Korkmaz hevjîna xwe Reyhan Korkmaz ku derbarê wî de biryara dûrxistinê dabû girtin, qetil kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê, li Wan û Amedê qerenfîl ji jinan belav kirin û jin vexwendin mîtîngên sibe li Amed û Wanê bên lidarxistin.
5’emîn rêze “Konserên Dengê Qedîm ên Amîdayê” bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, diyarî jinan hat kirin. Konser, wê îşek saet 20.00’an de li ser platforma medya civakî bê weşandin.
8 jin û aktîvîstên LGBTÎ+ ên piştî Hevdîtina Jinan a Mezin a Kadikoyê bi lêdanê hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Amadekariyên mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya sibe li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin, bi dawî bûn.
Pêkhateyên Meclîsa HDK LGBTÎ+ anîn ziman ku dê di 8'ê Adarê de li Taksîmê di korteja Trans+ de cih bin.
Jinan diyar kir ku amade ne ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya Wanê. Jinan, destnîşan kirin ku dê rojeva wan a sereke tecrîd be û gotin: "Ê dengê me bigihê ezmanan."
Li navçeya Mazgêrdê jinên xwedîdikan, rolên li jinan hatine ferzkirin red kirine û daxilî nav jiyana xebatê bûne. Esnafên jin, bang li jinan kirin ku daxilî nav jiyana xebatê bibin.
Berdevka Platforma Jinê ya Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert, destnîşan kir ku jin bi têkoşînê gelek destkeftî bi dest xistin, lê belê daraz hîn jî di zimanê cinsiyetparêz de îsrar dike û got: "Şert e ku hiqûq li dijî ferzkirina ehlaqê giştî li ber xwe bide."
Li Kadikoya Stenbolê, bi hezaran jinên li hev kom bûn, dest bi “Hevdîtina Jinan a Mezin” kirin. Jin, bi pankarta “Em ê Azadiya xwe Qezenc bikin” û dowîzan ketin qadê.
Bi hezaran jinên Kurd, Ereb û Suriyanî yên Bakur û Rojhilatê Sûriye, tev li mîtînga 8’ê Adarê ya ku li bajarokê Himo ya Qamişloyê hate lidarxistin bûn. Jinan di mîtingê de peyama "Ji bo Rêberê Abdullah Ocalan û jin azad bibin, em ê têkoşînê mezin bikin" dan. Jinan li Mexmur û Silêmaniyê ji bi şahiyên cuda 8'ê Adarê piroz kirin.
Jinan li gelek bajaran çalakî û bernameyên cuda li dar xistin û banga beşdarbûna 8'ê Adarê kirin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KDC) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyamek şand. Guven di peyamê de bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got: “Em hemû kemînên ku pergala mêr ava kiriye yek bi yek derbas dikin û ber bi azadiyê ve dibezin."
Endama Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata ku li Girtîgeha Sîncanê dimîne, ji bo 8’ê Adarê peyamek parve kir û got: “Gotin û dengê me wê tevlî dengê hemû jinên li qadan û eywanan bibe.”