Bûldan: Divê sala 2021’an bibe sala destkeftiyên jinan
- jin
- 17:10 27/12/2020
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê de axivî û destnîşan kir ku divê sala 2021’an bibe sala têkoşîna destkeftiyên jinan.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê de axivî û destnîşan kir ku divê sala 2021’an bibe sala têkoşîna destkeftiyên jinan.
Şehrîban Zûgûrlî ku du caran lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin, diyar kir ku lêgerîna tazî realîteyeke girtîgehên Tirkiyeyê ye û Parêzer Berîvan Tûranê jî destnîşan kir ku ji bo ev rêzikname bê betalkirin divê serî li Şûraya Dewletê bê dayîn.
Rojnamevan Sozda Oremar ku binpêkirinên mafan ên li Efrînê dişopîne, diyar kir ku jinên lixwekirina çarşefê qebûl nakin wekî "heram" tên nîşandan û got: "Hin jin hene bi salan e derneketine derve. Ji lewra gava derdikevin bi taciz, tecawiz û êrîşên çeteyan re rû bi rû dimînin."
Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan di daxuyaniya ji bo yekitiya netweyî ya kurd de axivî û got: "Em bang li Mesût Barzanî dikin. Ger ku zanyar û pêşengên gel neyên gel hevdû dê destkeftî ji destê me biçin. Kurd li her derê daxwaza yekbûna kurdan dikin. Heta kurd nebin yek azad nabin. Em nebin yek em ê herin yek bi yek."
Li endamên Komeleya Jinan a Rosayê Gulistan Nazlier û Sevîm Çoşkûn ku derbarê wan de 2 dozên cuda hatibûn vekirin, 14 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
TJA’yê derbarê girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê de diyar kir ku girtina Guven bê hiqûqî ye, tolhilandine û ew vê biryarê nas nakin.
Jinên bi lêgerîna tazî re rûbirû mane destnîşan kirin ku ew sê mehan ji bin tesîra lêgerîna tazî derneketine.
Rêxistinên jinan bertek nîşanî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dan û ev tişt gotin: “Leyla Guven ku li dijî neheqî û neheqiyan derdikeve vîna me jinan e.”
Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî salvegera platforma xwe bi belavkirina vîdoyekê pîroz kir.
Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, diyar kir ku wê kampanya xwe ya “Em xwe diparezin” ji ber grevên birçîbûnê ku li dijî tecrîdê hatine destpêkirin, êrişên zêde bûne û polîtîkayên pişaftinê bidomînin.
Platforma Jinan a Dersimê, derbarê salvegera yekemîn a windakirina Gulistan Dokû de jinan vexwendin qadan.
Platforma Jinan a Antalyayê, diyar kir ku ew piştgiriyê didin karkera çandiniyê Altin Erdogan a ku rastî tundiya karsaza jin hat û çavekê xwe winda kir.
Kordînatora Projeya Dildarên Stenbolê Derya Komût a ku li Qada Îskele ya Beşîktaşê bu wesîle ku jin karibin hilberînên keda destê xwe li wê derê bifiroşin diyar kir armanca wan ewe ku li 39 navçeyên bajêr bazarên jinan ên mayînde ava bikin.
Komîsyona Jinan a ÎHD’ê ya Enqerê, derbarê hedef girtina jinên bûyerên tacîzê yên li ser medya civakî aşkere kirin de daxuyanî da û got: “Her dengekê ku jin biling dikin, dengê me ye jî. Em dengan, bi dengên xwe zêdetir dikin.”
Dadgeha Îstinafê cezayê bijîşk Mesut Isi yê hevjîna xwe ya parêzer Muzeyyen Boylu kuşt erê kir.