Li Dîlokî jinek hat kuştin
- jin
- 15:48 29/1/2021
Ferîde Yilmaz a ku ji ber tundiya hevjînê xwe revî û çûbû li mala bavê xwe, bi awayekî biguman kuştî hat dîtin.
Ferîde Yilmaz a ku ji ber tundiya hevjînê xwe revî û çûbû li mala bavê xwe, bi awayekî biguman kuştî hat dîtin.
Platforma Jinan a Îskenderûnê, bertek nîşanî serbest berdana mamoseyê navenda etûdê yê du caran tacîzî xwendekara xwe kiribû da û got: “Biryara berdana şertê kontrola edlî, nîşan dide ku wê bersûc neyê ceza kirin.”
Mihrîcana Listîkên Jinan a ewil wê di meha Adarê de li Enqereyê dest pê bike.
Marûf Kok di pêvajoya ku hev berdin Dîlan Kok a pêre zewicîbû kuşt. Marûf Kok, piştî Dîlan kuşt hat girtin.
Parêzer Çîgdem Kozan anî ziman ku di hiqûqê de beramberiya xweparastinê parêziya rewa ye, lê belê gava mesele jin be pêk nayê û got: "Di vê pergalê de, mêrekî ku jinekê bikuje, ji jineke ku li dijî tecawizê xwe diparêze meqbûltir e."
Sevîm Bîçîcî bi darê zorê di 14 saliya xwe de hat zewicandin. Di 15 saliya xwe de bû dayik. 19 salan tahde lê hat kirin. Piştî ku têkoşîna jinan nas kir, dev ji hevjînê xwe berda û li dijî tahdeyê serî rakir. Piştî dev ji hevjînê xwe berda bû aktivîsta têkoşîna jinan. Bîçîcî got: "Ji çîroka jiyana xwe dizanim. Hêza herî mezin rêxistinbûyîn e."
Aktivîstên jin ku nerazîbûna xwe ya li dijî biryara girtinê ya Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkanê anîn ziman, diyar kirin ku tu hikmê vê biryarê tune ye û têkoşîna dê dewam bike.
Aktivîsta TJA'yê Civaknas Neslîhan Şedal, anî ziman ku qalibên ku mêran berz dikin û diparêzin hatine şikênandin û got: "Ji lewra jin êdî dibêjin, na."
Aktivîstên TJA'yê der barê xebatên kampanyeya "Em xwe diparêzin" de axivîn û gotin: "Em ê di meha Sibatê de, balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê xwe parastinê yê jinan."
Jinên ku li dijî projeya Zanîngeha Jinan a desthilatê hatin gel hev, diyar kirin ku wê li dijî armanca desthilatê ya afirandina “jina makbûl" li ber xwe bidin û dan zanîn ku wê destûrê nedin hişmendiya serweriya zilam.
TJA'yê di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de atolyeya hunerê li dar xist. Jin bi berhemên xwe yên hilberandine dixwazin pêşangehekê vekin.
Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo bernameya serdema nû amadekariyan temam kir û dê bernameya çalakiyan di meha sibatê de eşkere bike.
Kaja Kallas, piştî ku serokwezîrê Estonyayê Jûrî Rattas ji ber angaştên nelirêtiyê yên li hemberî xwe ji serokwezîrtiya welat îstafa kir, bû yekemîn serokwezîra jin a Estonyayê.
Li navçeya Eyûpsûltan, zilamê bi navê Û.B. dayika xwe Şukran B. û birayê xwe yê damariyê Mesût B. qetil kir.
Wezîra berê ya Karên Derve ya Amerîqayê Hillary Clînton û keça wê Chelsea Clînton wê berxwedana jinên YPJ’î ya li dijî DAÎŞ’ê bikin rêzefîlm. Clînton, di parvekirina xwe ya twîtterê ya têkildarî mijarê de wiha got: “Ji ber parvekirina çîroka van jinên xweşik ez bi kelecan im.”