Tanrikulu: Mêran di 10 mehan de 246 jin kuştin
- jin
- 13:15 25/11/2020
Parlamenterê CHP'ê yê Stenolê Sezgin Tanrikulu, bi minasebeta 25'ê Mijdarê rapora karneya meclîsê ya jinê aşkere kir. Tanrikulu, anî ziman ku di zagonên li meclîsê hatin qebûlkirin de navê jinê tune ye û wiha got: "Li Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê de bi giştî 57 saniyeyan li ser cînayetên jinan axaftin hatin kirin. Di 10 mehên ewil ên 2020'an de 246 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin. 151 jin bi guman mirin. Bi giştî 397 jin hatin kuştin."