Ayşe Gokkan hat berdan
- jin
- 18:22 05/11/2020
Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan ku di çarçoveya lêpirsîneka Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de tevî 13 kesan hatibû binçavkirin, hat berdan. Tevî Gokkanê Mesût Çelîk jî hat berdan.
Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan ku di çarçoveya lêpirsîneka Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de tevî 13 kesan hatibû binçavkirin, hat berdan. Tevî Gokkanê Mesût Çelîk jî hat berdan.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” de li Riha û Colemêgê bi jinan re hatin gel hev.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku bi awayekî sistematik konseptek li ser jinên Dersimê tê meşandin û ev tişt got: “Heke em li dijî desthilata AKP’ê têkoşîneke mezin nedin dê me tune bike.”
Meclisa Jinan a HDP'ê, di 7'ê Mijdarê de dest bi çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan dike.
Parêzer Perihan Çagrişim Kayadelen, têkildarî mafê debara jinan de anî ziman ku îqtîdark dixwaze hişekî ava bike û wiha got: "Bi avakirina hişekî nû dixwaze mafê debara jinê ji destê wê bigire. Dibêjin ‘Em ê tundiyê bi dawî bikin'. Lê ji bo vê yekê tu pergala parastinê pêş naxin. Divê berî her tiştî zagonên heyî têxin meriyetê."
Endama Lijneya Weşana Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz, diyar kir ku jin wê bixwe cihê xwe yê di nava civakê de ava bikin û got: "Nexwe wê zilam tu carî dest ji serdestiya xwe bernedin û mafê gotinê nedin jinan."
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, diyar kir ku gel û jinên kurd bi saya nêrînên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hebûna xwe ıspat kirine.
Li Dersimê H.K. ku cihê lê dixebitî hat tacîzkirin, diyar kir ku xwediyên cihê kar xwestine ser tacîza lê hatiye kirin bigirin û got ku ji bo cezakirinê tişta ji destê wê bê dê bike.
Meclisa Jinan a HDP’ê ya Dersimê, di çaroveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de wê bi beşdarbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li bajar hatina gel hev a jinên elewî li dar bixe.
Jina ciwan Gamze Acar a ku ji bo hevdîtina kar çû oteleke Kizilcahamamê, bi awayekê bi guman ji qata 5'emîn ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Aktîvîstên TJA’yê, ji bo çalakî û bernameyên 25’ê Mijdarê yên li Pirsûsê li dar bixin, amadekariyên xwe dikin.
Jinên ku par di dema dansa Las Tesîs de bi paşve kelepçekirî hatibûn binçavkirin, derketin pêşberî dadger. Fîdan Ataselîm di parastina kir de, ev pirt ji dadgehê kir: “Ma dansa şermezarkirinê ya Las Tesîs ji Mûsa Orhan bi talûketir bû?”
DAKAP’ê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de, starta çalakî û bernameyên mehekê li dar bixe, da. DAKAP’ê bi name şandina ji jinên girtî re, dest bi çalakiya xwe ya kemin kir.
Hejmara mijdarê ya Rojnameya Newaya Jin bi manşeta “Ji jinên çiyayî banga parstina cewherî heye” derket.
Aktvîsta TJA’yê Berîtan Onen, diyar kir ku kampanyaya “Em xwe diparêzin” ji bo jinan bû hêvî û got: “Em ne mehkûmê tundiyê ne, ne mecbûrin werin kuştin û bêdeng bimînin. Werin em bi hevre civakê biguherînin û jiyanê ji nû ve ava bikin.”