Malbata Şûle Çetê: Li hemberî şidetê em dengê xwe bilind bikin
- jin
- 09:06 24/11/2019
Malbata Şûle Çet, destnîşan kir ku bi piştevaniyê wê rê li ber şidet û komkujiyên jinan bê girtin û ji bo 25'ê Mijdarê bang kir.
Malbata Şûle Çet, destnîşan kir ku bi piştevaniyê wê rê li ber şidet û komkujiyên jinan bê girtin û ji bo 25'ê Mijdarê bang kir.
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di çalakiya xwe ya hefteya 272’yemîn de, diyar kir ku li girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn 23 girtiyên jin ên nexweş rastî mûameleyên xerab hatin û li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Kayseriyê jî rewşa 3 girtiyên jin girane.
Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Wanê bang li jinan hemû kirin li dijî kuştina jinan derkevin qadan.
Nûner û rêxistinên jinan, bi boneya balê bikişînin ser tundiya li dijî jinê, bang li hemû kesên li dijî tundiyê kirin ku di 25'ê mijdarê de li Taksimê kom bibin û başdarî Meşa Şevê ya li Îstîklalê bibin.
Komeleya Jinan a Roza li Amedê komxebata “Jin jiyanek bê tundî diaxivin" li dar xist. Di komxebatê de Serkoê Komeleya Jinan a Roza Adalet Kaya, diyar kir ku xwe digînin jinên rastî tundiyê tên û hewl didin ku alîkariyê bidin wan. Kaya anî ziman ku dê têkoşîn û alîkariya xwe ya jinan berdewam bikin.
Li Herêma Federal a Kurdistanê di nava 9 mehan de 35 jin hatin kuştin û 57 jinan jî xwe şewitandin. 207 jin jî, bi awayeke bi guman şewitîn, an jî xwe şewitandine.
Pispora Karê Civakî Belgîn Işik, derbarê paketa nû ya darazê ya derbarê jin û zarokan bê sererastkirina de axivî û got: “Bi sînordarkirina nafakayê wê jinan hepsî malê bikin û tundiya li dijî jinan zêdetir bikin. Ev jî wê welat 30 salan paş bixe.”
Jinên Bajaroka Perîyê ya Dersimê ku qeyûm tayînî şaredariya wan hat kirin, bertek nîşanî ayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku dê di 25'ê Mijdarê de li Qadan bin û li vîna xwe xwedî derkevin.
Li Şaredariya Sêrtê, piştî sepana JinKart ku jin pê bi awayekî daketî li wesayîtên rêwitiya komî siwar dibin, niha jî 5 jinên ajokar derbasî dîroksiyonê bûn û dest bi dayina xizmetê kirin.
Jinên rihayî lîstîka 'Kozik' ku ji aliyê Koma Şanoya ya Mencel a Wanê ve tê lîstin, temaşe kirin.
Jinan li Enqereyê banga beşdariya meşa 25’ê Mijdarê kir. Jinan li Edene û Antalya jî kartên pitşevaniyê ji jinên girtî re şandin. Jinên Anarşîst jî li Stenbolê daxuyanî dan.
Komeleya Jinên Pêşketî (ÎKD) rapora tundiya li ser jinan a mijdarê aşkere kir û diyar kir ku gotinên paşverû yên ji aliyê AKP'ê ve tên pêşxistin, rê li pêşiya sorkirina tundiya li ser jinan zêd edike.
Parêzer Sena Yazibagli Gul, diyar kir ku sererastkirinên mîna "nefaqa xîzaniyê" û "zewaca di temenê biçûk de" ku di paketa duyemîn a Belgenameya Stratejiya Reforma Darazê de cih digirin, zewaca di temenê zarokatiyê de meşrû dikin û bi vê tê tê xwestin ku desftkeftiyên jinan bên tunekirin.
Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'a Stenbolê Pinar Turk, destnîşan kir ku li seranserê cîhanê jin li hemberî şideta zilaman û dewletê têdikoşin û got, ji bo pêşîlêgirtina şidetê divê qîrîna "em dixwazin bijîn" hîn bêtir bê bilindkirin.
Aktîvîstên TJA'yê yên Wanê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de ji girtiyên jin re qertênn piştevaniyê şandin.