Jinên rojnameger ên çûn serdan Guven: Em ê bibin dengê Leyla Guven
- jin
- 16:35 23/2/2019
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, çû serdana Leyla Guven a ku ev 108 roj in di greva birçîbûnê de ye. Di kêliya serdanê de Leyla Guven dema rojnamegerên jin dîtin hestiyar bû û got: "Dema ku ez we dibînim Gurbetelî û Deniz tên bîra min. Hûn bibin dengê hevalên me yên li girtîgehan."