Piştevaniya Mor, ji bo 25'ê mijdarê kolan bi kolan digere
- jin
- 09:10 19/11/2018
Berdevka Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci, diyar kir ku ji destpêka Mijdarê heta niha bi jinan de di çalakî û bernameyên cur be cur de kom dibin û li ser tundiya li dijî jinê niqaşan dikin. Baklaci, anî ziman ku kolan bi kolan digerin û bang li jinan dikin ku tev li çalakiya 25'ê mijdarê bibin.