Tosun: Ji bo ez bibim dengê malbatên Sûrê namzet im
- jin
- 12:53 22/5/2018
Namzeta HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun destnîşan kir ku ji bo ew bibe dengê malbatên Sûrê bûye namzet.
Namzeta HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun destnîşan kir ku ji bo ew bibe dengê malbatên Sûrê bûye namzet.
Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê li taxa Baglarê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Jinan ji bo namzetê HDP’ê yê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş nepoxên daxwaziyê firandin.
Fatma Tugrul Canoglu tevî pitika xwe ya 9 mehî di nava HDP’ê de xebatên hilbijartinê dimeşîne. Canoglu, bang li hemû jinan kir û diyar kir ku hemû jin ligel zarokên xwe dikarin tev li xebatên HDP'ê yên hilbijartinê bibin.
Endama Meclîsa Jina ya KESK'ê Ayşe Panûş, diyar kir ku divê kes ne li bendê be, dê jin dengê xwe nedin AKP'ê û got: "Daxwaza me ew e ku ji Rewşa Awarte re na û dawî li zilma KHK'yan bê. Dengê me ji bo kesên ku vê daxwaza me bînin cih."
Endama Meclîsa Jina ya HDK'ê Asli Azîm Yagci, diyar kir ku ji bo dawî li mudaxileyên li hemberî jiyana jinan bê ew ê dengên xwe bi kar bînin û got: "Ji bo çûyîna Erdogan me ji niha ve capsek amade kiriye."
Jinên Mêrsînî, diyar kirin ku jin dê di hilbijartinê de bersiva herî mezin desthilatdariyê û gotin: “Ji bo em rengên xwe bibin Meclîsê em ê dengê xwe bidin HDP’ê û namzetê Serokkokariyê Selahattîn Demîrtaş.”
JA’yê danezana hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê aşkere kir. Jinan di danezana xwe de gotin: “Azadî ji bo jinan û demokrasî ji bo komarê.”
Jinên ku li ser medyaya civakî bi koma “Jina hilberîner, jina hêzdar” hatin gel hev, bi berên destkariyê debara xwe dikin. Hatîce Aydin ku komê damezirand got. “Bila jin hêza xwe bi hevjînê xwe, bi derdora xwe bidin hîskirin. Ne mêr, ên hêzdar jin in.”
Jinên Îzmîrî, diyar kir ku dê dengên xwe bi din nûnerê wekheviyê HDP’ê û gotin: “Namzetê me yê Serokkomariyê jî Selahattîn Demîrtaş e.”
Aktîvistên TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê bi minasebeta Roja Dayikan a Cîhanê, li gel Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê di xwarina taştê de hatin cem hev.
Parlamentera HDP’ê Mizgîn Irgat a li rêxistina partiya navçeya Dîlovasi bi jinan re hatin gel hev û got: “Em ê pergala ku jinan kêm dibîn e, di 24’ê Hezîranê di sindoqan de veşêrin.”
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Sêrtê, bi boneya Roja Dayîkan laçik diyarî Dayîkên Aştiyê kirin.
Nûnera Giştî ya KCDP’ê Gulsum Kav, diyar kir ku jin li dijî kuştin, kêm dîtin û her roj can dayînê dibêjin TEMAM. Kav, got ku ger HDP dibin bendavê de bimînê, dê ji bo nûnertiya civak û jinan fikarên mezin derbikevin holê.
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Keçîoren Turkan Konukçu, diyar kir ku lez dane xebatên xwe û got: “Jin pêşengtiya xebatan dikin. Em ê buroyên hilbijartinê yên jinan vekin û ji bo ewlekariya sindoqan jinan erkdar bikin.”
Ayşegul Efîltî, xwişka Gul Gulîzar Ayalp ku hevjînê wê Kemal Ayalp ew kuşt, ji bo xuşka xwe doza edaletê dike. Efîltî got: “Eger li vî welatî edalet hebûna, dê xuşka min sax bûna.”