Ji ber taxim li xwe kir cezayê zilamê ku Kader Ozdemîrê kuşt hat daxistin!
- jin
- 09:15 14/4/2018
Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Wanê, cezayê muebetê yê li Halît Çançînê ku hevjîna xwe Kader Ozdemîrê kuşt daxist 25 salan. Dadgehê ji bo vê yekê jî ev hincet berpêş kirin: "Mara wî ya fermî tune ye", "Sersaxiya ji bo malbatê" û "Poşmanî". Dê parêzera malbata Ozdemîr serî li Dadgeha Îstinafê bide.