JIN TV dest bi weşanê kir
- jin
- 14:38 08/3/2018
Televîzyona Jinan JIN TV, bi dirûşmeya “Dengê jinê, ruyê jiyanê" dest bi weşanê kir.
Televîzyona Jinan JIN TV, bi dirûşmeya “Dengê jinê, ruyê jiyanê" dest bi weşanê kir.
Li Dîlokê jin daketin kolanê û dirûşmeya “Em hebûn, em hene û em ê hebin” berz kirin. Li Rihayê jî jinan banga jiyanê rawestandinê kir.
Bi hezaran jin li Dîlok, Riha, Wan, Amed, Enqere, Mêrdîn, Şirnex û Dersimê daketin kolanê û dirûşmeya “Em hebûn, em hene û em ê hebin” berz kirin. Jinan berxwedana Efrînê silav kirin û diyar kirin ku li pişt gelê Efrînê ne.
Bi hezaran jinên di mîtînga 8'ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê li Parka Newrozê kom bûn, bi dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana Efrinê" bersîv dan êrîşên bombeyan ên Tirkiye.
Dayika Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez di Newroza 1992’an de hat kuştin. Piştî 23 salan Îrmez şahidiya kuştina Taybet Înan kir û li gorî Îrmez gotina “Jin hene” herî zêde li ser erdnîgariya Botanê xwedî wateye.
Jinên stenbolî li qadan daxwazên xwe yên ji bo aştiyê dîqîrin. Fatma Altintaş got: "Bila tu kes zarokên li Efrînê ji bîr neke." Sîman perî jî got: "Nabêjin jin û zarok in, her kesî dikujin. Mal û milkên wan talan dikin."
Qulûba Mafên Jinan a Stenbolê ku ji bo bal bikişîne ser çewisandinên li ser jinan û pirsgirêkên di vî warî de çareser bike hat avakirin, wê li rê û rêbazên berterfkirina çewisandin û pirsgirêkên ku xwendekarên jin bi wan re rû bi rû dimînin bigere. Endama qulûbê Dîlara Gevrek got: "Wê jinên li zanîngehan nesekinin."
Bi hezaran jinên ji Fîlîstîn, Lubnan, Mexmur û Herêma Kurdistana Federe hatin Efrînê dê li dijî şerê li Efrînê bibin mertalên zindî. Jinan berê xwe dan Gundê Karate yê Şeraya Efrînê.
Polîsan destûr neda jinên endamên TMMOB’ê, Abîdeya Mafê Mirovan ziyaret bikin û xwestin firandina nepoxên xemrî jî bi hinceta “çalakî ye” asteng bikin. Lê li gel astengiyan jî jinan nepox firandin.
Li Amedê jin ji bo mitînga 8’ê Adarê Amede ne. Endamên Komîteya Amadekar a mitîngê bang li jinan kirin ku bi rûhê berxwedanê beşdarî mitîngê bibin.
Wê di bin banê Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê de, atolyeya fîlmên kurt bê lidarxistin. Derhêner Nefîn Dînç û Meryem Yavûz destnîşan kirin ku wê objektîfa jinê tim hilberîne.
Jinan li Sêrt, Dîlok, Şirnex û Mêrdînê, di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhan dibin abluqeya polîsan de şahî pêk anîn û qurnefîl li welatiyan belav kirin.
Endamên Platforma Jinan a Axtamara ku bi rojan e li Wanê xwe ji bo mitînga 8’ê Adarê amade dikin, li dijî cûdakariyê, êrîşên zayendî, bêdengkirin û koletiyê hemû jin vexwendîn qada mitîngê.
Jinên Şirnexî piştgirî dan Jin TV a dê di 8’ê Adarê de vebe û gotin: “Dê ev der bibe cihê ku bilindkirina dengê me yê li dijî pergala zilamê dengê me qût dike. Em serhildana jinan li dijî zimanê zilaman a medyayê silav dikin.”
Jinên ku berê li meclîsên bajar, navçe û zanîngehan dihatin gel hev, niha jî wê di bin banê Meclîsa Jina ya Tirkiyeyê de bên gel hev û di 11'ê Adarê de jî civîna xwe ya ewil çê bikin. Endama Meclîsa Jina ya Stenbolê Dîlara Gevrek, bang li jinan kir: "Em bi hev re çareseriyeke hevpar ji pirsgirêkên xwe re bibînin."