Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
- jin
- 22:51 06/3/2024
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya ÎHD’yê Eren Keskînê ku li Silopiyayê tevli panelê bû, diyar kir ku di hiqûqa ceza ya Tirkiyeyê de qanûnên ku jinan biparêzin tune ne û got: "Di salên 90’î de, di qanûna ceza ya Tirkiyeyê de tundiya li dijî jinê tune bû û di qanûnan de hê jî jin tune ne.”
Hevseroka Giştî ya DBP Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku di hevdîtina bi jinan re ya li Sêrtê de axivî, wiha got: “Pergala hevserokatiyê ew pergal e ku jin tev li siyasetê bibin."
Jinên ku li gelek bajaran di çarçoveya 8’ê Adarê de hatin gel hev, ji bo mitîngên 8’ê Adarê bang kirin û gotin: “Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin.”
Jinên di Girtîgaha Sîncanê de tên ragirtin ji dayikên di Nobeta Edaletê ya Wanê de cih digirin re name şandin û wiha gotin: “Bi têkoşîna we ve hate fêmkirin ku alîgirên şer dê nikarin têkoşîna aştiya civakî ya we asteng bikin. Feza jî şahida vê berxwedanê ye.”
Li gorî îdiayan, li Qoserê dema dayikekê hewl dida keça xwe ya di pacê de li ber ketinê xelas bike, li gel zaroka xwe ya di hembêza xwe de ji qata 6’an kete xwarê. Dayik û zarokê jiyana xwe ji dest dan û zaroka din jî bi giranî birîndar bû.
Jinên bi salan in li Kampa Mexmûrê li dijî her cureyên êrişan li ber xwe didin, gotin: “Em kirdeya jiyanê ne. Divê em di ferqa hêza xwe de bin.”
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha sibatê ya JINNEWS’ê; 39 jin hatin qetilkirin, 15 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
Endama Komîsyona Jinan a OHD'ê Yasemîn Soydan nirxand û got: "Di lîteratûra hiqûqî de feraseteke bi navê 'bêcezakirin' derketiye holê. Nêzîkatiyeke ku kiryar diparêze tê kirin."
Jinên ji bo mitîngên 8’ê Adarê ku dê li Wan û Amedê werin lidarxistin, banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em li dijî tunehesibandinan dengê xwe bi gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bilind bikin.”
Jinên ku li gelek bajaran amadekariyên 8’ê Adarê dikin, bi çalakî û xwepêşandanên cuda biryardariya xwe ya têkoşînê anî ziman.
Jinên ku li herêmên erdhejê di konteyniran de hatine bisînorkkirin wiha gotin: “Ceyran tune ye, av tune ye, jiyaneke civakî tune ye. Em tenê dijîn. Nizanin dê heta ku wiha bijîn.”
Mehtap Alîşan got ku amadekariyên wan ên ji bo Meşa Şevê ya Femînîst a Îzmîrê didomin û wiha got: “Em ê li dijî tundiya mêr-dewletê bi serhildana xwe kolanan dagirin.”
Siyasetmedara kurd Selma Irmak diyar kir ku Heke paradîgmaya “demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk” a Abdullah Ocalan were bicihanîn dê têkiliyên mirovan-xwezayê, mêr û jinan, kes û civakê, dewlet û welatiyan ne li ser tunekirinê bin dê veguhere pergaleke ku bide jiyîn û got: “Paradîgmaya Ocalan civaka exlaqî û polîtîk pêkan dike.”
Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed diyar kir ku bi xweparastinê hem li dijî êrişa li ser jinan hem jî ya li ser axa wan şer dikin û bi gotina : “Şoreşa jinê ne tenê bi çekan, di heman demê de bi binesaziya fikrî bi ser ket. Em ê bi paş ve nekişin” 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.