Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
- jin
- 12:33 28/2/2024
Fîlmê Muzîkal ê bi nave "Stranên Keziya Sor" ku dîroka têkoşîna jinan a cîhanê ya li dijî baviksalariyê vedibêje, dê di destpêka meha adarê de were pêşandan.
Fîlmê Muzîkal ê bi nave "Stranên Keziya Sor" ku dîroka têkoşîna jinan a cîhanê ya li dijî baviksalariyê vedibêje, dê di destpêka meha adarê de were pêşandan.
Cîgira Seroka Meclisa Jinan a Rêveberiya Xweseriya a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Melê diyar kir ku bi peymana civakî ya nû re jin di her qadê de bi kotaya ji sedî 50 di nava pergalê de cih digirin û got: "Jin tenê ne di warê temsliyetê de, di merhaleyên biryarê de jî xwedî gotin in."
Jinên nunerên saziyan destnîşan kirin ku ew ê îsal jî di 8’ê Adarê de li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan bin û gotin: “Em îtaetê nakin. Em ê bi serhildanan xwe ve di 8’ê Adarê de li kolanan bin, em li benda hemû jinan in.”
Parlamentera Mêrdînê Berîtan Guneş a di daxuyaniya di çarçoveya 8’ê Adarê de hate kirin de axivî, wiha got: “Dengê jinên Kobanê dê bigihe Îranê, ji Îranê bigihe Stenbolê, Êlihê û ji wir bigihe Ewropayê. ‘Jin jiyan azadî’ dê li her derê cîhanê ji bo têkoşîna jinan bilind bibe.
Li Semsûrê jinan Pinar Bûlûnmaz a ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin bibîranî û peyama “Em ne di şînê de ne di serhildanê de ne” dan.
Ji damezrînerên Komeleya Jinên Welatparêz Zekiye Ayata Alokmen diyar kir ku jinên kurd ên bi berxwedanê hene, bi rihetî nehatine van rojan û got: "Rêxistinbûyîn mirov diguherîne. Ne pêkan e ku têkoşîna jinan ji niha û pê ve bê rawestandin."
Jin ji bo hêvî û têkoşînê mezin bikin, bi dirûşmeya “Li dijî xizanî, tundî, îstîsmar û şer têkoşîna me heye” 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Jinên di Platforma 8'ê Adarê de ku gotin "Serîhildana me xwedî wê hêzê ye ku dikare guherînê pêk bîne" hêza guhertinê ye" bang li jinan kirin ku dakevin qadan.
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê di berdewamiya xebatên hilbijartinê de ji bo şandina qeyûman ji hilbijêran piştgirî xwestin. Li Şirnexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin.
TJA’yê li Wanê starta çalakî û aktîvîteyên ku dê di çarçoveya 8’ê Adarê de li dar bixe da. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser hilbijartinên 31’ê adarê û wiha hate gotin: “Em ê hêza veguherîner a jinan li qadên herêmî siyaseta demokratîk û jiyana wekhevîparêz ava bikin.”
TJA’yê li ber avahiya DEM Partiyê ya Sêrtê starta 8’ê Adarê da û destnîşan kir ku ew ê bi hêza guherîn û veguherîna jinê ya li qadên herêmî, siyaseta demokratîk û jiyana wekhev ava bikin.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku ew ê di 2'yê Adarê de li Enqereyê hem strarta xebatên hilbijartinê yên 8'ê Adarê hem jî ya kampanya hilbijartinê ya Gultan Kişanakê bidin û got: "Em bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin."
Koordînatora Weqfa Luxemburgê Alex Wiscnewski, bi lêv kir ku jin xwedî li mîrateya Rosa Luxemburgê li du xwe hiştiye derdikevin û wiha got: “Têkoşîn bi hemû cudahiya xwe gerdûnî bû.”
Berdevka DEM Partiyê ya di panela bi mijara “Di pêvajoyên aştiyê de heqîqeta jinê û pirsgirêka tecrîdê” ya ji aliyê TJA’yê ve hate lidarxistin û wiha got: “Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e. Formula çareseriyê jî zelal e.”
TJA’yê bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi jiyana azad ve” li Êlih û Îzmîrê bi daxuyaniya starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da.
TJA dê îro starta 8’ê Adarê Êlih û Îzmîrê bide û heta 8’ê Adarê dê li gelek bajaran bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve” çalakiyên cuda li dar bixe.