Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: Tirkiye hemû bi doza we dizane

  • rojane
  • 16:54 27 Tebax 2024
  • |
img
ENQERE - Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç ê AKP’yî ji Emîne Şenyaşar re got: “Hemû Tirkiye bi doza we dizane.” 
 
Çalakiya nobeda edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Meclisê di roja 6’emîn de berdewam kir. 
 
ARINÇ: TIRKIYE HEMÛ BI DOZA WE HESIYAYE 
 
Kêliya ku Emîne Şenyaşar çalakiya xwe didomand, Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç ê AKP’yî ku wir de derbas bû hat cihê çalakiyê. Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: “Xwedê alîkarê we be. Ev mesele wê li Meclisê were çareserkirin neyê çareserkirin bi wê nizanim lê belê Tirkiye hemû bi doza we hesiyaye û dizane.”
 
Paşê Emîne Şenyaşar li vir rûnişt û ewlekarên Meclisê xwestin wê asteng bikin. Şenyaşar bertek nîşanî hewldana astengkirinê da û got: “Gelo Meclisa mezin ev e?”