ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 29 Tebax 2024
  • |
img
* Ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosûnê diyar kir ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêkanîna edaleta di warê windayan de girîng e û got ku ew ê dest ji lêgerîna xwe ya li windayan bernedin. 
 
* Parêzerê OHD'î Zekî Bînbîr diyar kir ku hê jî Wezareta Dadê bersiva serlêdana hezar û 300 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nedaye û got ku divê her kes li dijî vê bêhiqûqîtiyê deng derxe. 
 
* Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn ê ji bo meşa 1’ê Îlonê ya li Amedê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir, anî ziman ku ji bo aştî û çareseriyê divê tecrîd bê rakirin. 
 
* Mehmet Emîn Çam tevî ku rewşa tenduristiya wî xedar e jî girtî ye û nayê berdan. Keça wî li gel wî hevdîtin kir û da zanîn ku dermanên bavê wê nadinê û jiyana wî di bin metirsiyê de ye. 
 
* Ji karkerên ku li Balikesîrê tevî polîs û notirvanan nijadperetasn êrişî wan kiribûn Ozgur Îpek got: "Li wir mesele ne îxbar bû, kurdbûna me bû. Em ê vê zilmê qebûl nekin." 
 
* Esnafê Bazara Rûs a Îdirê diyar kir ku ji ber krîza aboriyê hatine asta ku nikarin sîftehê bikin. 
 
* Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir dê beşdarî kongreya partiya xwe ya bajarê Mûşê bibe. (11.00)
 
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi daxwaza eşkerekirina rapora erdhejê ya avahiyên nexweşxaneyên li Amedê dê li ber Nexweşxaneya Zarokan a Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Meclisê berdewam bike. (13.00-17.00)
 
* 3'yemîn Festîvala Xweza Bawerî û Çandê ya Gimgimê dê di roja sêyemîn de bi konsera hunermendan berdewam bike. (17.00)
 
* Çalakiya nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ya li Stenbolê dê berdewam bike. (20.00-22.00)