Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Anatoliya Navîn: Binpêkirin, îşkence…

  • rojane
  • 14:25 30 Tebax 2024
  • |
img

ENQERE - Di rapora ku ÎHD’ê têkildarî girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn amade kiriye de hate zanîn ku, îşkence û mûameleya nebaş bi awayekî sîstematîk hatiye zêdekirin. 

 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê “Rapora Binpêkirinên Mafan a Çile û Hezîranê li Şaxa ÎHD’a Enqereyê aşkere kir. Di civîna ku Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci jî beşdarbûyî de, endama Lijneya Rêveberiya Navendî(MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen hurgiliyên raporê parve kirin. 
 
Rapora ku di encama serlêdanên ji komeleyê re hatin kirin, serdanên parêzeran ên girtîgehan, nameyên ji girtiyan re hatin şandin û hevdîtinên bi malbatan re hate amadekirin de serlêdanên ku ji 4 vekirî 26 girtî bi komî 30 girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn hatine kirin cih girtin. 
 
HERÎ KÊM 21 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAYE
 
Çevîrmen, bal kişand ku di navbera mehên çile û hezîranê de herî kêm 21 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û got: “Di nava sala 2024’an de ji aliyê hin girtiyan ve çalakiyên greva birçîbûnê hatine kirin û li hin girtîgehan jî çalakiyên greva birçîbûnê hêj didomin. Li Herêma Anatoliyaya Navîn di nava mehên Çile û Hezîranê yên 2024’an de li dijî binpêkirinên mafan ên li 4 girtîgehan herî kêm 6 girtî ketin çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.”
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ 
 
Çevîrmen, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dabûn destpêkirin û wiha domand: “Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ji roja 130’emîn ve di 4’ê nîsana 2024’an hate bidawîkirin û veguherandin çalakiya boykotkirina dadgehan, hevdîtinan û axaftina bi telefonê ya bi malbatan re. Ev çalakî jî li gorî agahiyên ku ketin çapemeniyê di 3’yê tîrmeha 2024’an bi dawî bû.”
 
HEZAR Û 83 BINPÊKIRINÊN MAFAN 
 
Çevîrmen, îşaret kir ku mafê xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyan hatiye astengkirin û got: “Li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn herî kêm hezar û 83 binpêkirinên mafan pêk hatine. Çevîrmen, binpêkirinên mafan ên di noxteya xwegihandina tenduristî û nexweşxaneyan de jî wiha rêzkirin: “’Raporên nikarin di girtîgehê de bimînin’ ku nexweşxaneyên baş û nexweşxaneyên zanîngehan ve hatine dayîn ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve nehatine qebûlkirin û berdana girtiyên nexweşên giran hatiye taloqkirin. ATK di van biryaran de derveyî rêgezên tibî û etîk pêvajoyeke biryarê ya polîtîk meşandiye. Girtiyên nexweş, di wesayîtên ku hucreyên yek kesî tê de tên sewqkirin, ev hücre gelek biçûk in û bêhn wergirtin jî gelek zehmet e, havînê ji serê sibê heta êvarî li bin tavê û zivistanê jî di van wesayîtên ku sar in de tên sekinandin. Ji bo ku ev wesayît nayên paqijkirin mîkroban belav dikin û bandoreke neyînî li tenduristiya kesên diçin nexweşxaneyê dike. Sewqên nexweşxaneyan an nayên kirin an jî li demekî dirêj tê belavkirin. Ev jî dibe sedemê pêşketina nexweşiyan. Girtî bi kelemçekirî sewqî nexweşxaneyan tên kirin û bi kelemçekirî tên mûayenekirin. Tedawiya diranan a girtiyan nayê kirin.”
 
ÎŞKENCE Û MÛAMELEYA NEBAŞ 
 
Çevîrmen, bi lêv kir ku girtî di hin astan de rastî îşkence û mûameleya nebaş hatine û diyar kir ku di bin vî serenavî de di heman dîrokan de herî kêm 620 binpêkirinên mafan pêk hatine lê ji ber Wezareta Dadê di vê mijarê de dane parve nekirine, ragihandin her tim hatiye astengkirin û ji rayedaran û rêxistinên mafên mirovan re nehatiye ragihandin, hejmara girtiyên ku rastî îşkence û mûameleya nebaş hatine bi ser hejmara ku hatiye diyarkirin e.
 
11 GIRTÎ HATIN DERBKIRIN
 
Çevîrmen, têkildarî mûameleya nebaş ku li girtiyan hatiye kirin mînak dan û da zanîn ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê girtiyê nexweş M.T.A dema sewqa nexweşxaneyê de rastî îşkenceya leşkeran hatiye. 
 
Çevîrmen, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê gardiyanên ku di 4’ê adarê de ji bo hejmartina serê sibê ketin qawişê bi gotina “hejmartin heye, lêgerîn heye” ketine qawişê, 11 girtî hatine derbkirin, 7-8 saetan xwarin jî nedane 11 girtiyan. Çevîrmen, diyar kir ku rêveberiyên girtîgehan ji bilî pêkanînên ku mafê ewlekariya şexsî û mafê tenduristiyê yekser binpê dikin, hewl didin bi rêbazên berfireh zextê li wan bikin û anî ziman ku di mijara qedexeyên ragihandinê û pirsgirêkên din de herî kêm hezar û 573 binpêkirin rû dane
 
SEWQ Û SIRGUN 
 
Çevîrmen, bal kişand ser zêdebûna binpêkirina mafan li girtîgehan ên di salên dawî de û got: “Gelek girtî hene ku di demeke kurt de beriya sewqkirinê tên agahdarkirin, di hin rewşan de bêyî ku agahiyê bidin ji qawişan û hucreyan tên derxistin û hin eşyayên wan li girtîgeha kevn tên hiştin. Girtiyên tên sewqkirin di ketinên girtîgehan de rastî pêkanîna lêgerîna tazî tên û girtiyên ku wan qebûl nakin rastî lêdan û tundiyê tên. Herî kêm 140 girtiyên li Girtîgehên Herêma Anataloiya Navîn ji ber sewqkirina wan a bêyî daxwaza wan û ji malbatên xwe dûr in binpêkirina mafan dijîn.”
 
PIŞTGIRIYA MADÎ Û DAXWAZÊN HIQÛQΠ
 
Çevîrmen, da zanîn ku 3 girtiyên li Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn tên ragirtin daxwaza piştgiriya madî û 3 girtiyan jî daxwaza piştgiriya hiqûqî kirine. 
 
GIRTIYÊN BIYANÎ
 
Çevîrmen diyar kir di girtîgehên vekirî yên li Herêma Anatoliya Navîn de bi giştî 62 serlêdan hatine kirin, 250 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin, gef li girtiyên biyanî tê xwarin, tên biçûkxistin, nahêlin mafê xwe yê destûrê bikar bînin. 
 
DIVÊ CEZA LI BERPIRSYARAN WERE BIRÎN
 
Di beşa pêşniyaran a raporê de ev tişt hatin gotin: 
 
* Di hiqûqa neteweyî û navneteweyî de mafên girtiyan li gorî standartên berfireh hitine diyarkirin lê girtî nikarin rasterast van mafan bi kar bînin, tenê dikarin bi riya rayedarên li cihên ku lê tên girtin, hin van mafan bi kar bînin. Li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn li gorî rûmeta mirovahiyê muamile nayê kirin, zext, heqaret, sepanên xirab li girtiyan tên kirin, girtiyên nexweş nayên darmankirin, mafên wan ên ragihandin û agahîstendinê tê astengkirin. Divê bûyerên îşkence û lêdanê yên di demên dawî de zêde bûne werin dawîkirin, divê derbarê berpirsyaran de lêpirsîn werin destpêkirin û kirariyên cezayê werin sepandin. 
 
* Divê destûrê bidin saziyên serbixwe yên tenduristiyê biçin girtîgehan û li girtîgehan lêkolînê bikin. Divê li gel saziyên têkildar rêxistinên pîşeyî û rêxistinên mafên mirovan jî di venêrîna girtîgehan de cih bigirin, derbarê mijarê de qanûnên sererastkirinê yên hewce werin pêkanîn. Divê astengiyên ku dadgehê derbarê wan de biryara qedexeyê nedane ji girtîgehan re werin şandin û riya şandina ji girtîgehan li rojnameyan werin vekirin. Daxwazên girtiyên ku ji malbatên xwe dûr tên ragirtin û ji ber nexweşiyan nikarin werin serdana wan werin qebûlkirin, divê girtî li nêzî malbatên xwe werin ragirtin. 
 
* Divê gefên rê li ber xwekuştinên girtiyan vedikin û zirarê didin tenduristiya wan derûnî û laşî divê ji holê werin rakirin, divê sepanên hêjayî rûmeta mirovahiyê werin pêşxistin. Heke rayedarên tevdîrên hewce negirin hebin divê ji lêpirsînin bibandor derbas bibin, kirarî li wan werin sepandin. Mafê girtiyê nexweş e ku li gorî xwarinên bijîşk ji wan re wek reçete nivîsandiye bixwin. Divê îdareya girtîgehan li gorî reçeteya van girtiyan xwarinan dabîn bike. 
 
* Divê derxistina revîrê ya girtiyên nexweş û sewqên wan ên nexweşxaneyan werin lezandin. Divê teşhîs, dermankirin û kontrolên wan ji hêla bijîşkên  pispor ve werin pêkanîn. Divê dest ji sepana muayene û dermankirina bikelemçe were berdan. Ji ber vê sepanê muayene û dermankirina gelek girtiyan nayê kirin. Divê dermankirina lezgîn û demdirêj a girtiyên nexweş werin kirin, divê înfaza girtiyên ku di girtîgejê de nikarin were dermankirin jî demildest were sekinandin.”