ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2024'AN

img
* Yek ji girtiyên li Girtîgeha Kirşehîrê rastî tundiyê hatibû jî Îsmaîl Tuzun e. birayê Tuzun, Ozgur Tuzun diyar kir ku ewlehiya canê birayê wî nîne. 
 
* Parlamanterê DEM Partiyê Serhat Eren diyar kir ku li pişt êrişên nijadperest ên li hemberî kurdan polîtîkayên desthilatê hene.
 
* Hevserokê Komeleya Parastina Cihê Xizir û Xwezayê ya Gimgimê Îmam Balsever diyar kir ku ew ji bo elewiyan statuyê û temînateke qanûnî dixwazin. 
 
* Hat diyarkirin ku 16 sal berê der barê deşta Hasandînê de biryara "pêdivî bi ÇED'ê tune ye" hatiye girtin û fermandarê cendirmeyan yê ku bi rayedarên fîrmayê re hat, gef li gel xwar û got: "Gel bixwaze û nexwaze jî wê ev maden bê avakirin." 
 
* Welatiyên beşdarî "Xwendinên Azadiyê" bûn diyar kirin ku kargeh di warê pêkanîna wekheviya jin û mêran de veguhertinek afirandiye û ji bo fêmkirina felsefeya Abdullah Ocalan girîng in.
 
* Tehliyeya Aydin Kudat û Abdurrahman Guner ku 32 sal in girtî ne û “poşmantî” red kirin, cara 4’an hate taloqkirin. Vasîsa Guner, Zeynep Guner bertek nîşan da û wiha got: “Hezar sal jî bi ser re derbas bibin dê girtî vê zextê qebûl nekin.”
 
* Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (12.00-20.00) 
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Dîlokê dê têkildarî qetilkirina 2 rojnamegeran a li Silêmaniyeyê, li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyê bide. (13.00)
 
* Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li Amedê meş, li Wanê mitîng, li Şirnex/Silopiyayê meş, li Stenbol/Kadikoyê daxuyaniyeke girseyî bê dayin. (17.00-19.00) ZINDÎ