Cenazeyên kesên li Bagokê jiyana xwe ji dest dayin birin baregeha leşkerî

img
MÊRDÎN - Hat zanîn ku cenazeyên 2 kesên tê gotin li çoltarê Çiyayê Bagokê jiyana xwe ji dest dane, birin Qişleya Leşkerî ya Cevatpaşayê. 
 
Artêşa tirk duh li çoltarê Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Herêma Xirbê Xêlo bi balafirên şer û helîkopteran hate bombebarankirin. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî operasyonê daxuyanî da û got ku di êrişê de 2 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Hat zanîn ku cenazeyên 2 kesên di bombebarana li dijî Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest dayin, bi helîkopteran birin Qişleya Leşkerî ya Cevatpaşa ya navçeya Midyadê. 
 
Li gorî agahiyan cenaze nayên naskirin û ji bo tespîtkirina nasnameyên wan dê bibin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê.