Li Pirsûsê serdegirtinên malan

img
RIHA - Cendermeyan li gundên Elîzer û Uçpingar ên li ser sînorê Kobanê bi ser malan de girtin û 7 kes binçavkirin. 
 
Cendermeyan di saetên serê sibê de bi ser gundên Elîzer û Uçpingar ên navçeya Pirsûs a Rihayê de girtin. Hate diyarkirin ku ji ber îxbarê bi ser gundên li ser sînorê Kobanê ne de hatine girtin. 
 
Di serdegirtina malan a her du gundan de  Îmam Kîp, Sefer Kîp, Engîn Kîp, Nadîr Ozbek, Îsmet Cûrkan, Halîl Cûrkan û Mahmût Cûrkan hatin binçavkirin. 
 
Hate zanîn ku 7 kesên birin fermandariya cendermeyan a navçeyê piştî karûbarên îfadeyê hatine berdan.