Hewlêr û Silêmaniye hatin bombebarankirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên dewleta tirk navçeya Çomanê ya Hewlêrê û Mawet a Silêmaniyeyê bombebaran kir. 
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya Rojnewsê; dewleta tirk şevê din navçeya Çomanê ya Hewlêrê û navçeya Mawetê ya Silêmaniyeyê bombebaran kir. 
 
Hat diyarkirin ku Çiyayê Asosê yê li navçeya Mawetê û Çiyayê Koxê yê li ser sînorê Çomanê hatin bombebarankirin. Di heman demê de li ser herêma hatiye bombebarankirin liv û tevgera balafirên keşfê heye.