Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin

img

ŞIRNEX - Şaredariya Şirnexê heqê rêyê yê nava bajar ji 12 lîreyan derxist 15 TL’an. 

Odeya Esnafan a Ajokar û Otomobîlvanan xwest ku ji bo heqê rê yê mînîbûs, otobûsên gel ên taybet û otobûsên şaredariyê bê zêdekirin. Endamên Meclisa Şaredariya Şirnexê jî ev daxwaza zemê nirxand û bi piraniya dengan qebûl kir. Meclisa Şaredariyê heqê rêyê yê nava bajar ji 12 TL’an derxist 15 TL’an û heqê rêyê yê xwendekaran jî ji 8 TL’an derxist 12 lîreyan.