Bi 8 pirsan biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan

img

STENBOL - DMME’yê têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biryara “Mafê hêviyê” dabû lê Tirkiyeyê ev 10 sal in tu gav neavêtiye. Me bi 8 pirsan tiştên derheqê “Mafê hêviyê” de dane berhev. 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin û 42 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re bi hinceta “Cezayên disiplînê” tê astengkirin û mafê telefon û hwd. jî bi temamî hatine astengkirin. Li dijî tecrîda mutleq û rewşa agahînegirtinê, ji berê heta niha li gel rêyên hiqûqa navxweyî, di heman demê de serî li hiqûq û saziyên navneteweyî jî hate dayin. Di dîrokên cuda de ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Neteweyên Yekbûyî û saziyên cuda serlêdan hatin kirin. 
 
Serlêdana herî dawî jî ji hêla rêxistinên civaka sivîl ve ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hate kirin. Komîteya Wezîran a kontrol dike bê ka bi biryarên DMME’yê hatiye kirin an na, piştî 3 salan dê biryara “Mafê hêviyê” ya DMME’yê di sala 2014’an de têkildarî cezayê muebbeta girankirî yê bêyî mafê berdana bi şert a Abdullah Ocalan nîqaş bike. 
 
Bi vê geşedanê re me çarçoveya “Mafê hêviyê”, cihê wê yê di mewzûatên Tirkiyeyê de û zextên ku heke Tirkiye gavên pêwîst ne avêje dê komîte zextên çawa lê ferz bike bi bersivên 8 pirsan raxist ber çavan. 
 
 “Mafê hêviyê” çi ye? 
 
“Mafê hêviyê”, li dijî cezayê hefsê yê heta mirinê, ji bo girtî demek piştre bikare derkeve nav civakê ev maf hatiye dayin. Bi şêwazê înfazeke pêşiya wê tê dîtin re, ji bo girtî bikare hêviya azadbûnê bike derdikeve pêş. 
 
Cezayên îdamê yên li gorî Qanûna Cezayê ya Berê hatine dayin, li gorî sererastkirinên qanûnî hatin nûjenkirin. Di encama vê de bi cezayê mubbeta giran re, di çarçoveya qanûna hejmar 3713 û xala 302’yemîn a qanûna bi hejmara 5237’ê re de girtiyê cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn dê heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bimîne. Îstîsnaya van cezayan tune ye. Lê belê “Mafê hêviyê”, li dijî cezayê hefsê yê heta mirinê, ji bo girtî demek piştre bikare derkeve nav civakê ev maf hatiye dayin. Bi şêweyê înfazeke pêşiya wê tê dîtin re ji bo girtî bikare hêviya azadbûnê bike derdikeve pêş.  Kesê/a xwedî vî mafî, dê bizane ku demek piştî cezayê xwe dê rewşa wî/wê careke din were nirxandin, dê haya wî ji hinceta nirxandinan hebe û kî bi kîjan rêbazan dê vê nirxandinê bikin dê hay jê hebe û bi vê zanînê cezayê xwe bikişîne. Bi gotineke din, “mafê hêviyê” şêweyekî înfazê yê pêşiya wê tê dîtin bi xwe re tîne û dike ku kes hêviya xwe ya azadbûnê biparêze. 
 
Gelo têkildarî “Mafê hêviyê” sînorekê demê heye? 
 
Di vê mijarê de tu sînorê demê nîne. DMME di biryarên xwe yên di vê mijarê de sînorê demê ji bo welatên endam hiştiye. Lê belê divê ev dem ewqas dirêj nebin ku “Mafê hêviyê” yê girtî ji holê rake. DMME’yê, di biryara xwe ya Vinter/Qraltiyên Yekbûyî de qala 25 salan dike. Dadgeh, di vê biryarê de dibêje ku herî dereng divê piştî 25 salan bi awayekî periyodîk ev maf li ber çavan bê derbaskirin. Ji bo vê jî biryara avakirina mekanîzmayên taybet da ku vê rewşê misoger bikin. 
 
Bi kurt û kurmancî şîroveya biryarên dadgehê yên di vê meseleyê de dabûn (Kafkarîs/Qibris/Ingilistan) wiha ye; divê dewleta peyman îmze kirî diyar bike ku mudaxileyî erêkirina kîjan pergala edaleta cezayê ya hatiye erêkirin nekiriye. Peyman, mafê berdana bişert a mekanîzmayeke edaleta cezayê ya taybet ferz nake. Şêweyê nirxandina rewşa girtî û sînorê dema înfazkirina cezayê, ji bo înîsiyatîfa dewletê hiştiye. Dibe ku usûlên hewce yên ji hêla dewletên peyman îmze kirin ve bên cîbicîkirin, xwedî karektereke ne li gorî darazê jî bin. Lê belê li gorî îçtîhadên Dadgehê; eşkereye ku divê pergaleke ‘dibêtiya berdanê dinirxîne’ hebe û ‘nabe ku marja teqdîrê ya behsa xeberê bêsînor be.’ Dadgeh, lêkolîn dike bê ka di pergala hiqûqê ya dewleta peyman îmze kirî de derfetên ku şert û mercên girtîbûnê yên sivik û rê li ber derfeta berdana bişert vedikin hene yan na. 
 
Şîroveyeke din a dadgehê jî wiha ye; Macaristanê di sala 2015’an de ji bo li gorî biryarên Dadgehê tevbigere û ji bo cezayên hefsê yên muebbeta girankirî bi awayekî otomatîk li ber çavan bên derbaskirin, mewzûateke nû derxist. Bi vê mewzûatê re piştî cezayê hefsê yê 40 salan, ji bo hikûmxwarî/ê re prosedûra efûya mecbûrî tê destpêkirin. Lê belê dadgeh dibêje ku dema 40 salan a beriya efûkirina mehkûmekî, ji dema tê pêşniyarkirin pir dirêjtir e û dewlet bi vî awayî li derveyî marja teqdîrê ya ji bo dewletan hatiye dayin dimîne. Di heman demê de dadgehê tespît kir ku efûya serokkomariyê ya li Macaristanê, bi awayekî fiîlî yan jî hiqûqî nabe rêya daxistina cezayê muebbetê. Dadgehê, biryar da ku mewzûatên nû yên Macaristanê ji hêla xala 3’yemîn a Peymanê ve mafê girtiyan naparêze û ev mewzûata nû weke binpêkirin qebûl kir. 
 
Gelo “Mafê hêviyê” di mewzûatên Tirkiyeyê de cih digire? Çiqas berfireh e? 
 
Madeya 16/4 a Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê ya Hejmar 3713, Madeya 47’emîn a Qanûna Cezayê ya Tirk a Hejmar 5237, Madeya 25’emîn û 107/16’emîn a Qanûna Têkildarî Înfazkirina Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê ya Hejmar 5275’ê ferz dikin ku cezayên li jor hatine vegotin bêyî navber were dayin, heta mirinê bidomin. Jixwe ya kirî ku DMME têkildarî mijarê biryara binpêkirinê bide jî ev madeyên qanûnê ne. Ji hêla van cezayan ve di qanûnên Tirkiyeyê de “Mafê hêviyê” cih nagire. Sererastkirinên ku mafê Abdullah Ocalan binpê dikin jî ev in. Ev sererastkirin, dikin ku tehliyeya bişert bi awayekî kategorîk bên qedexekirin. Li gel vê, rêbazên serbestberdanê yên cezayên cuda, efûya serokkomar û hwd. hene lê belê ev jî ji bo cureyên cezayan ên xwedî heman wesfan e. Di esasê xwe de hewce nake ku “Mafê hêviyê” bi serenavekê qanûnê weke sererastkirinke taybet di qanûnan de cih bigire. Li vir, qedexeyên tehliyekirina bişert a kategorîk, yekser jixwe vî mafî binpê dike. Dema qedexeyên tehliyekirina bişert a kategorîk ji qanûnan hate derxistin û derfeta tehliyeya bişert di qanûnan de hate bicihkirin, wê demê sepandina qanûnê dikare bi awayekî fiîlî were nîqaşkirin. 
 
DMME’yê di sala 2014’an de bi biryara xwe ya Ocalan-2’yê re Tirkiye dîsa mehkûm kir. 4 rêgezên ku “Mafê hêviyê” diyar dikin eşkere kir. Wateya van 4 rêgezan ew e ku divê mehkûm bizane ku derfeta ku rojekê tehliye bibe heye û neyê tecrîdkirin. 
 
* DMME’yê têkildarî “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan biryareke çawa da? 
 
DMME’yê di hinek rêzebiryarên xwe yên piştî sala 2000’ê de hinek referansên eşkere yên têkildarî “Mafê hêviyê” da. Û li ser mijarê rêzeîçtîhadeke girîng pêş xist. Cezayê mirinê di destpêka salên 2000’î de hate rakirin û cezayê Abdullah Ocalan veguherandin “Cezayê muebbeta girankirî.” DMME’yê bi biryara xwe ya di adara 2014’an de têkildarî şêweyê înfazkirina vî cezayî de nirxandinek kir û biryar di cotmeha 2014’an de teqez bû. DMME’yê piştre jî di heman mijarê de, di îlona 2015’an de biryarên Kaytan/Tirkiye, di kanûna 2015’an de biryara Gurban/Tirkiye û di sibata 2019’an de jî biryara Boltan/Tirkiyeyê da. 
 
Dadgehê li gorî îçtîhada xwe ya di vê mijarê de, diyar kir ku ragirtina girtiyan a heta mirinê ya bêyî “Mafê hêviyê”, binpêkirina xala 3’yemîn a Peymanê ye. DMME’yê bi biryara xwe ya Ocalan-2 a di sala 2014’an de re careke din Tirkiye mehkûm kir. Dadgehê got ku “Cezayê girtinê yê heta mirinê” binpêkirina qedexeya îşkenceyê û “Mafê hêviyê” ye. Di çarçoveya sînorên hiqûqa pozîtîf de jî 4 rêgezên “Mafê hêviyê” diyar dikin eşkere kir û got ku di Hiqûqa Tirk de cihê van rêgezan tune ye. Wateya van 4 rêgezan ew e ku divê mehkûm bizane ku derfeta ku rojekê tehliye bibe heye û neyê tecrîdkirin.
 
Ji bilî biryarên DMME’yê yên têkildarî “Mafê hêviyê” yên derheqê Abdullah Ocalan de, gelo çi mînakên din hene ku ketibin meriyetê? 
 
Piştî biryarên DMME’yê yên Vînter û yên din/Ingilistanê, Dadgeha Bilind a Ingilistan û Gallerê biryareke ku mafê berdanê yê girtiyên cezayê muebbetê lê hatiye birîn nas dike ji Wezareta Dadê re şand. Dadgeha Bilind di heman demê de sînor, şert û merc û berfirehiya vî mafî jî diyar kir. Komîteya Wezîran ev biryar weke girtina tevdîran a di çarçoveya biryarên DMME’yê de nirxand û pêvajoya venêrînê bi dawî kir. Di pêvajoya venêrîna cîbicîkirina biryara Matiošaitis û yên din/Lîtvanyayê de, Lîtvanyayê ji bo jinûvenirxandina cezayên girtiyên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn û sivikkirina mercên wan, mekanîzmayek ava kir. Komîteyê biryar da ku mekanîzmaya di vê mijarê de hatiye avakirin û mercên ji bo serlêdana mekanîzmayê li gorî standartên Dadgehê ne û pêvajoya venêrînê bi dawî kir. 
 
Komîteya Wezîran hinek pergalên li van welatan weke “mînakên baş” qebûl dike û dibêje ku divê Tirkiye ji van sûdê bigire. 
 
Piştî biryara DMME’yê ya “Mafê hêviyê” ya derheqê Abdullah Ocalan de Tirkiye divê prosedureke çawa bixe meriyetê? 
 
Di biryarên DMME’yê yên têkildarî koma Gurbanê, gavên Komîteya Wezîran di dema venêrînê de ji bo welatên din avêtî û nirxandinên wê, kêm zêde prosedûra ku divê Tirkiye bi cih bîne radixe ber çavan. Li gorî vê; divê mekanîzmayeke ku cezayê hefsê yê muebbeta girankirî li gorî standartên Peymanê sererast dike bikeve meriyetê û ev rêgez esas bên girtin; 
 
- Piştî mekanîzmayê li ber çavan derbas kir hewceya cezayê behsa xeberê bê sivikkirin, bê daxistin, biryara jiholêrakirinê û berdana bişert were dayin,
 
- Ji bo girtî bikare daxwaza ku cezayê wî/wê careke din li ber çavan bê derbaskirin bike, divê demê 25 salan zêdetir nebe, 
 
- Di dema nirxandinê de hewceye guherîn û geşedanên balkêş ên di jiyana hikûmxwar de di nirxandinê de li ber çavan bên girtin. Înfazkirina cezayê ji bo rehabîlîtasyonê ye û divê li ber çavan were girtin bê ka domandina vî cezayî rewa ye an na, 
 
- Hewceye ev nirxandin bi awayekî objektîf û li gorî qeydên ji berê ve hatine diyarkirin bê kirin, 
 
- Divê sererastkirinên têkildarî esasên ku dê di nirxandinê de li ber çavan bên girtin, gelek zelal û eşkere bin, 
 
- Ji bo hikûmxwarî/ê temînatên prosedûrî yên têkildarî pêvajoyê bên dayin, 
 
- Hikûmxwar divê têkildarî pêvajoyê bê agahdakirin, 
 
- Heke piştî nirxandina ewil biryara redkirinê were dayin, divê bi navberên periyodîk li ber çavan were derbaskirin û ev pêvajo bidome, 
 
- Hewceye venêrîna darazî ya biryara ji hêla mekanîzmayê ve hatiye dayin pêkan be û mafê xwegihandina vê rêyê bidin hikûmxwarî. 
 
Tirkiye çima vê biryarê bicih nayine? Ji bo cîbicînekirina wê bingeheke qanûnî ya çawa pêşkeş dike? 
 
Tirkiyeyê di sala 2015’an de têkildarî biryara DMME’yê ya Ocalan-2 Tirkiyeyê  de ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re plana çalakiyan şand û îdia kir ku biryar hatiye wergerkirin, ji hemû meqamên darazê re şandiye û biryar bicih aniye. Tevî serlêdanên parêzerên Abdullah Ocalan jî di nava 7 salan de tu pêşketin çênebûn. 
 
Tirkiyeyê bersivên manîpulatîf dan û plana çalakiyan pêşkeş kir lê belê Komîteya Wezîran di navbera 30’ê mijdar-2’yê kanûn de civîna xwe ya 1419’emîn li dar xist û dosyaya “Mafê hêviyê” xist rojeva xwe. Komîteyê bang li Tirkiyeyê kir ku mewzûata heyî tavilê li gorî biryarê sererast bike. Komîteyê hejmara girtiyên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn xwest û xwest ku Tirkiye têkildarî geşedanên bi tevdîrên giştî re qewimîn heta îlona 2022’yan plana çalakiyan pêşkeşî komîteyê bike. Tevî van daxwazên şênber û eşkere jî, Tirkiyeyê di cotmeha 2022’yan de plana çalakiyan pêşkeş kir. Hikûmetê bi zimanekî dîplomatîk jê re got ku di vê mijarê de tu planên guhertinê yên Tirkiyeyê nînin. Herî dawî jî Tirkiyeyê bi heman argumanan di tîrmeha 2024’an de plana çalakiyan pêşkeş kir. 
 
Dibe ku Komîteya Wezîran ji Tirkiyeyê plana çalakiyan a têkildarî cîbicîkirina biryaran bixwaze. Heke komîte bigihije wê qenaetê ku dewlet naxwaze bi biryarê bike, ji bo biryarê bide bê ka berpirsyartiya wê ya cîbicîkirina biryarê heye yan na dibe ku meseleyê bibe DMME’yê. 
 
Heke Tirkiye bi vê biryarê neke, gelo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikare zextên çawa li ser Tirkiyeyê bike? 
 
Dibe ku Komîteya Wezîran têkildarî cîbicîkirina biryaran ji Tirkiyeyê plana çalakiyan bixwaze. Dikare ji bo koma dozê her sê mehan carekê venêrînê bike û jinêzve bişopîne. Dikare biryarên wisa bide ku zextê li ser dewletê çêbike da ku biryaran bi cih bîne. Biryarê navberê tên dayin, ji hêla usûlê ve ji biryarên giştî yên piştî civanan tên dayin bêhtir bibandor in. Li gorî xala 46 (3)’an a PMME’yê, heke Komîteya Wezîran bigihije wê qenaetê ku xetere li ser venêrînê çêdibe, dikare ji bo biryarê bide mijarê sewqî DMME’yê bike. Ji bo ev mekanîzmaye pêk bê jî divê ji sê paran du yên Komîteya Wezîran erê bikin. Lewma pir kêm tê ceribandin. 
 
Ji bo di rewşên îstîsnaî de kirariyên binpêkirinê bên destpêkirin, dikarin serî li Xala 46 (4) a PMME’yê bidin. Heke Komîteya Wezîran bigihije wê qeanetê ku dewlet naxwaze biryarê bicih bîne, ji bo biryarê bide bê ka mecbûriyeta dewletê heye ku vê biryarê bicih bîne, dikare meseleyê bibe DMME’yê. Amûreke nû ya ku ji bo sepana biryara vê mekanîzmayê bikeve meriyetê di sala 2010’an de ketibû meriyetê. Ev mekanîzmaye jî tenê heke ji 3 beşên endamên komîteyê 2 beş jî qebûl bikin dikare bikeve meriyetê. Lewma pir kêm caran dikeve meriyetê. 
 
MA / Îbrahîm Irmak