Li Silêmaniyê wesayîtek sivîl hat bombebarankirin: 3 kes hatin qetilkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Dukana Silêmaniyê SÎHA ya Tirkiyeyê wesayîtek bombebaran kir û di êrişê de 3 kes hatin qetilkirin. 

Li gorî nûçeya Rojnewsê; balafira bê mirov û bi çek (SÎHA) a Tirkiyeyê li sînorê bajarokê Xelekan yê ser bi navçeya Dûkan ya Silêmaniyê ve wesayîtek bombebaran kir. 
 
Rêveberê Nexweşxaneya Xelekan Melbend Mihemed ragihand ku di encama êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Nasnameya kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane diyar bûn. Hate diyarkirin ku welatiyê bi navê Muzefer Mozo û du kurên xwe yên ji bajarokê Hacîawa ne jiyana xwe ji dest dane.