Li Iraqê di 6 mehan de 421 bûyerên destdirêjî û tûndiyê çêbûne

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora beşa Bûyerên Zayendî ya di beşa Bijîşkî ya Dadweriya Iraqê de, di nava 6 mehan de 421 bûyerên destdirêjiya zayendî û tundiyê li Iraqê çêbûne.
 
Beşa Bûyerên Zayendî ya di beşa Bijîşkî ya Dadweriya Iraqê de, daneyên destdirêjiyên zayendî yên di 6 mehên borî yên sala 2024’an de belav kir.
 
Li gorî raporê, ji serê salê heya meha hezîranê, 421 bûyerên destdirêjiya zayendî û tundiyê hatine qeydkirin. Di heman raporê de tê gotin ku ji vê hejmarê 327 bûyer li dijî jinan çêbûne.