Tevgera Azadî: “Divê kurd li dijî êrişên SÎHA’yan bêdeng nemînin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadî bertek nîşanî êrişên SÎHA’yan da û diyar kir ku divê her kurdê xwedî wijdan li dijî van êrişan deng derxîne. 
 
Tevgera Azadî y a Civaka Kurdistanê êrişê Tirkiyeyê ya bi SÎHA’yê li bajarokê Xelekan a navçeya Dukana Silêmaniyeyê kiriye, ku di êrişê de Mûzaffer Huseyîn Xidir û 2 kurên xwe jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir 
 
Tevgera Azadî bi daxuyaniya xwe ya nîvîskî de destnîşan kir ku êrişê hemû nirxên mirovaniyê binpê dike û wiha got: “Divê her kurdek xwedî wijdan li beramberî van komkujiyên dewleta tirk bêdeng nemîne. Tenê bi îrade û rêxistina gelê me em dikarin dijmin û sîxûran bisekinînin. Hedefgirtina bav û her du kuran a li ser rêya Xelekan-Dukan kiryareke terorîstî, hovane û li dijî hemû exlaqê mirovahiyê ye ku ji aliyê Erdoganê hov ve pêk tê.”
 
‘DIVÊ BÊDENG NEMÎNIN’
 
Diyare hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe di ber xwîna hemwelatiyan de berpirsyar nabînin. Ger ne wisa ba, ma ji vê hovîtî û binpêkirinê eşkeretir çi tiştek din heye? Bav û du kur bi balefirên bê mirov ên dewleta tirk tên bombebarankirin û di wesayîtê de dişewitin. Divê her Kurdek xwedî wijdan li beramberî van reşkujiyên dewleta tirk bêdeng nebe. Bêdengî û bêhelwestî rewşê xirabtir dike û jiyana kesê parastî namîne.
 
ÎRADE Û RÊXISTINKIRIN 
 
Divê ev rastî ji aliyê her kesê ve were zanîn tenê bi îrade û xwe rêxistinkirina gelê me, dikarîn dijmin, sîxûr û xwefiroşan bisekinînin. Divê gel xwe biparêze, xayîn û hevkarên dewleta tirk a dagirker şermezar bikin û ji welat derxînin.”