MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê li Efrînê 3 welatî revandin.
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê Teşkîlata Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) û hêza paramîlîter El Şarkiye a girêdayî wê ji gundê Meka Jêrîn sê welatî revandin. Li gorî agahiyan kesên hatine revandin Mihemed Henan Seydo (37), Elî Mihemed Menkawî (36) û Hisên Ebdullah Ede (37) ne.
 
Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, meha Gulanê herî kêm 30 kes, meha Hezîranê jî herî kêm 40 kes hatin revandin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di navbera salên 2018 heya nîsana 2024’an de herî kêm 10 hezar û 332 kes hatin revandin, 463 kes jî hatine qetilkirin.