Li Şirnexê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes bi giranî birîndar bûn

  • rojane
  • 16:02 12 Îlon 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Wesayîta ku leşkerekî diajot û teqsiyekê li ser rêya bêjahiyê ya Şirnex û Cizîrê li hev dan. Di qezayê de ajokarên wesayîtan bi giranî birîndar bûn. 
 
Li herêma gundê Avgamasya di 10’emîn kîlometreya rêya bêjahiyê ya Şirnex û Cizîrê de qezaya trafîkê çêbû. Pîkap a ku pîlaqeya wê nehate zanîn û di hundirê wê de personelên leşkerî hebûn û teqsiya tîcarî ya bi pîlaqeya 73 T 0012 li hev qelibîn. Di encama qezayê de ajokarên wesayîtan Mert Demîrtaş û Hayrettîn Yakûpoglû bi giranî birîndar bûn. 
 
Piştî mudaxileya ewil a tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. 
 
Hate zanîn ku rewşa kesên di qezayê de birîndar bûne girane û têkildarî qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin.