Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul

  • rojane
  • 14:59 25 Mijdar 2024
  • |
img

DÊRSIM - Pêkhateyên Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çûn serdana Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul û gotin ku dê xwedî li dîroka xwe ya têkoşînê derkevin. 

Şandeyeke Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenter, rêveberên Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD), Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû û pêkhateyên Tifaqa Dêrsimê jî di nav de ji bo piştevaniyê çûn serdana Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin. 
 
Serdan li pêşiya şaredariyê hate kirin. Sarigul di serdanê de ji ber piştevaniyê spasî kir û got ku dê teslîmî polîtîkayên qeyûman nebin. 
 
'EM Ê XWEDÎ LI DÎROKA XWE DERKEVIN’ 
 
Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin jî da zanîn ku ji serdema Osmaniyan heta niha Pulur rastî zilmê hatiye û ew ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin. Konak, got ku Pulur mîrasa Seyîd Riza û hevalên wî ye, ew ê bi berpirsyartiyên xwe yên dîrokî rabin û xwedî li têkşîna xwe ya dîrokî derkevin. 
 
'EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER KEVIN’
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku bi rêya fermanên ji dadgehan re hatine şandin îradeya gel hatiye xespkirin û ew ê li dijî vê xespê mil bidin milê hev û bi berxwedanê bi ser kevin. 
 
'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’
 
Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan jî anî ziman ku ew ê xaka xwe teslîm nekin û serî netewînin. 
 
Serokê EMEP’ê yê Dêrsimê Ergîn Tekîn, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya ESP’ê Orhan Çelebî û Nûnerê SMF’ê Hasan Geçgîn jî dan zanîn ku ew ê serî li ber polîtîkaya qeyûman netewînin û dê têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
Piştî daxuyaniyê, şande ber bi navenda Dêrsimê ve bi rê ket.